Rewşa xizmetguzariyê li El-Mensûra

Li bajarokê El-Mensûa yê ku bi 20 km li rojhilatê Tebqayê ye, hindek xebatên xizmetguzariyê, bi taybet toreyên kanalîzasyonê, lê paşde çûne. Rayedar sedema vê yeke wek kevnbûna toreyan, qutbûna kehrebeyê û derfetên kêm ên Şaredariya Gel nîşan dide.

Bajarokê El-Mensûra ji bajarokên herî mezin ên herêma Tebqayê tê hesibandin. Tê de zêdetirî 50 hezar kes dimînin. Binesaziya wê mîna gelek bajarokan ji hêla çeteyan ve hatiye wêrankirin û xirabkirin. Rewşa hindek taxên bajarok, bi taybet El-Emîrat û Dibistana El-Quds ên ku dikevin aliyê başûrê rojavayê bajarok, ya herî dijwar e.

Toreya kanalîzasyonê li taxa El-Emîrat wek nuqteya kombûna toreyên kanalîzasyonê yên bajarok tê hesibandin. Ava kanalîzasyonê yekser ber bi stasyona parzûnkirinê ve ku dikeve başûrê bajarok, diçe. Ji ber ku herêma kanalîzasyonê ya ku dikeve taxa El-Emîrat nizm e, av ji rêya amûran ber bi stasyonê ve tê kişandin. Ew jî bi rêya kehrebeyê dixebitin û ji ber ku kehrebe pir tune ye, pirsgirêk derdikevin.

Li gorî hevserokê Mala Gel a El-Mensûra Fewaz El-Mihemed li bajarokê 4 saetan kehrebe heye. Ji ber ku boriyên kanalîzasyonê kevn û rizî ne, av tê re derbas dibe û kom dibe. Her wiha ji ber tunebûna alavên pêwîst nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber wê bang li rêxistinan kir ku alîkariya wan bikin.

Li gorî şêniyên taxa El-Emîrat di encama bilindbûna asta ava kanalîzasyonê de gol kom dibin û dibin jêdera gelek nexweşiyan. Her wiha ji ber bêhna nexweş û mêşên ku li ser wan golan kom dibin gelek şênî ji taxê bar kirine û her wiha derbasbûna zarokan ji dibistana El-Quds re asteng dike.

Ji bo naskirina rewşa bajarok  ji nêz ve ajansa me hevdîtinek bi endamê rêveber ê Buroya Xizmetguzariyê yê Şaredariya Gel a El-Mensûra Emar El-Salih re çêkir.

El-Salih tekez kir ku barana ku bi giranî di vê dawiyê de bariye, beşek ji pirsgirêka toreya kanalîzasyonê bû. ji ber ku baran ax û herî bi xwe re rêşkir bû sedema ku toreyên kanalîzasyonê bixetimin, bi taybet li sûka bajarok.

Girêdayî avê jî, tunebûna kehrebeyê gihandina ava vexwarinê ji gelek taxan re asteng dike. Heta ku hindek taxên bajarok av nagihîjinê.

Têkildarî rewşa rêyên bajarokê endamê rêveber ê beşa xizmetguzariyê ya bajarokê El-Mensûra Emar El-Salih diyar kir ku Şaredariya Gel di çend mehên derbasbûyî de tevahiya rêyên bajarok sererast kirine, bi taybet kolanên sûkê. Lê barana ku vê dawiyê bi giranî bariye bû sedema telefbûna rêyan û zêdebûna kortikan. El-Salih tekez kir ku ew bidawîbûna mewsima baranê re dê hewl bidin rêyan careke din sererast bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din