Rewşa xwendina pirtûkan li Kobanê çi ye?

Li gorî nêrîn û daneyên ku hatine çêkirin, çanda xwendina pirtûkan li Kobanê paşde çûye bi taybet di nava ciwanan de yên ku bi toreyên tevna civakî bandor bûne.

Xwendina pirtûkan di nava piraniya çînên civakê de gelek kêm bûye, bi taybet di salên şer de ku li peyî xwe kuştin û koçberkirin hîşt.

Mîna gelek herêmên kurdî, Kobanê jî di dirêjahiya serdeman de rastî zordestiya rejîma Bass hat. Li gel tengaviya siyasî û erkdarkirina kesên ji Partiya Baas ve nêz di saziyên dewletê de, bi hezaran ciwanên Kurd ber bi herêmên hundirê Sûriyê ve koçber bûn. Hinek din jî berê xwe da derveyî welat da ku kar bike û alîkariya malbata xwe bike. Lê hejmarek kêm ji ciwanan xwendina xwe temam kirin û bûn mamsote yan jî parêzer yan jî bijîşk.

ANKETA GIRÊDAYÎ XWENDINA PIRTÛKAN DI NAVA ŞÊNIYAN DE

Ruxmî derbasîbûna gelek salan li ser şoreşa Rojava, ya ku li bajarê Kobanê destpê kiriye, rêjeya xwendina pirtûkan kêm e. bi taybet di nav ciwanan de, li gel guhertinên ku li herêmê li ser tevahiya astan çêbûn.

Li gorî anketekê ku ANHA`yê bi tevlibûna 100 kesî girêdayî rêjeya xwendina pirtûkan li kantonê çêkiriye, bi rêjeya ji sedî 61 bi awayekê bê rêk û pêk pirtûkan dixwînin. Bi rêjeya ji sedî 27 qet pirtûkan naxwînin. Bi rêjeya ji sedî 10,  di navbera 3 heta 5 pirtûkî di mehekê de dixwînin. Rêjeya kesên ku mehane 5 heta 10 pirtûkan dixwînin tenê ji sedî 1.

PIRTÛXANEYÊN KOBANÊ

Li bajarê Kobanê 3 pirtûkxane ku bi hezaran pirtûk dihewînin hene, lê serdana wan pirtûkxaneyan kêm e.

Di pirtûkxaneya Ronî War de derdora 8 hezar pirtûkên bi zimanên erebî, kurdî, ingilîzî û tirkî hene. Ev pirtûkxane di 2018`an de wek sêyemîn mezintirîn pirtûxane li bajarê Kobanê hate vekirin.

Di pirtûkxaneya Rodî û Perwîn de 2 hezar û 500 pirtûkên bi zimanên kurdî, erebî, ingilîzî û tirkî hene. Ev pirtûkxane beriya 4 salan ji bo bîranîna du hevserên ku di komkujiya Kobanê de di Hezîrana 2015`an de ji hêla DAIŞ`ê ve şehîd bûbûn, hate vekirin.

Pirtûkxaneya Navenda Baqî Xido ya çand û hunerê mezintirîn û kevintirîn pirtûxaneyên bajêr e. tê de 10 hezar pirtûkên siyasî, abor, dîrok, erdîngarî, lêkolîn, helbest, romanên cîhanî û herêmî hene.

ÇÎN Û PIRTÛKÊN HERÎ ZÊDE TÊNE XWENDIN

Li gorî Rêveberiya Pirtûkxaneya Navena Çandî rêjeya herî mezin ji xwendevanên pirtûkan, ji çîna 40 saliyê û jor de ye. Romanên cîhanî û pirtûkên dîrokî yên herî zêde têne xwendin.

CIWAN Û XETERIYA BERDANA XWENDINA PIRTÛKAN

Ciwanê bi navê Aras Hiso ji hezkiriyê xwendina pirtûkan e û lêkolînan dixwîne. Ew xwendina çîrokan û pirtûkên wêjeyî tercîh dike. Hiso dibêje enternet û malperên tevna civakî bandor li ciwanan dike û ji xwendina pirtûkan dûr dixe.

Li gorî serjimariyan, rêjeya xwendina pirtûkan di nava ciwanan de li kantonê, paşde çûye. Çavdêr sedemên wê vedigerînin, pirbûna jêderên agahiyan li ser toreyên tevna civakî û bikaranîna ne baş a amûrên tevna civakî bandoreke neyinî li ciwanan dike û mejî jihev belav dike.

Xûnaf Îbrahîm berdevka Yekitiya Dibistanên Kanotna Kobanê destnîşan kir ku xwendina pirtûkan rolek di pêşxistina civakê de ji tevahiya aliyan ve dilîze û karîna wî ji bo avakirina îdeolojiyek xweser xurt dike. Her wiha dikare geşedan û guhertinên ku li ser qada herêmî û navdewletî rû didin şîrove bike û rewşa herêmê ber bi paşbûnê ve pêş bixe.

LI KOBANÊ YEKEMÎN PÊŞENGEHA PIRTÛKAN

Di yekemîn pêşengeha pirtûkan de ya ku di havîna par de bi dirûşma "Bi xwendina pirtûkan em ber bi fikrê azad ve pêş dikevin"  li dar ket, 4 hezar pirtûkên cihêreng hatin pêşkêşkirin. Di nav de berhemên herêmî, helbest, çîrok, berhemên cîhanî ku ji zimanên erebî, kurdî û tirkî re hatine wergerandin hebûn.

 Rayedarên pêşengehê armanca wan ji vê pêşengehê ew bû ku çanda xwendina pirtûkan vejînin, lê gotin ku rêjeya serdanên pêşengehê kêm bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din