Rewşenbîr: Divê hikumeta Şamê dev ji "lihevkirinan" berde

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê got, "lihevkirin" weke şanoyekê ne û destnîşan kir ku ger hikumeta Şamê di vê siyasetê de berdewam bike dê aloziyê kûr bike û tevahî diyalogên aştiyê asteng bike.

Tevî ku hikumeta Şamê ji 2018`an ve siyaseta "lihevkirinan" li ser başûrê Sûriyê ferz dike lê vê siyasetê tu encamên erênî bi xwe re neanîn. Berovajî vê yekê rewş zehmetî zêdetir kir. Ji herêmên ku "lihevkirin" li wan hatine çêkirin kuştinê û tevlîheviya ewlehiyê bûne rewşeke rojane.

Rewşên tevlîhevî, kuştin û şandina kesên ku "lihevkirin" çêkirine ber bi şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Tedmurê ve îsbat dike ku "lihevkirin" rêya hikumeta Şamê ya nû ye ku mayîna rejîma siyasî esas digire, azadiyan bin pê dike û bi vê yekê dixwaze serweriya xwe bi hêzê bi rêya alavên ewlehiyê xurt bike.

Der barê mijarê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Amir Inad wiha axivî: "Piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê hê jî zihniyet û siyaseta hikumeta Şamê heman e. Ev zihniyeta ku Şamê xwe pê ve girê dide dê ji bilî zehmetî, hilweşandin û koçberkirinê ji gelê Sûriyê re tiştekî din neyne."

Amir Inad destnîşan kir ku tişta ku rewşa gelê Sûriyê zehmetir û aloztir dike "lihevkirin" e ku hikumta Şamê pêk tîne û got: "Ev siyaset ji aliyê tevahî gelê Sûriyê û siyasetmedarên welatparêz ve weke şanoyekê hate pênasekirin ku qet nayê qebûlkirin. Ev siyaset destpêkê li bajarê Dera yê Sûriyê û piştre li Reqa û Dêrazorê têk çû."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/03/28/075004_aamr-anad.jpg

Inad di berdewama axaftina xwe de "Lihevkirin" wekî pêkenok wesifand û got: "Hikumeta Şamê bi rêya wê dixwaze wêneyekê bighîne cîhanê ku xwe wekî hikumeta rewa nîşan bide, lê ev siyaset ji koka zihniyeta hikumeta Şamê ya şovenîst e."

Amir Inad di dawiyê de diyar kir ku lihevkirinên ku hikumeta Şamê behsa wê dike ji aloziya Sûriyê re nabe çareserî û ev tişt got: "Kesê ku dixwaze gelê Sûriyê rizgar bike û aloziyê bi dawî bike divê berê xwe bide maseya diyalogê û danûstandinên aştiyane di navbera hemû aliyên Sûriyê de. Ew jî ji bo çareseriyekê bibînin ku hemû xwestekan pêk bîne û hemû mafan misoger bike."

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê nivîskar Enes Şehade sedema lihevkirinan û sûcê ku gel pêk aniye ku "lihevkirinan" pêk bîne  pirsî û got, gelê Sûriyê tu carî şaş nebûye, lê banga mafên xwe yên azadî û rûmetê dike.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/03/28/074945_ans-alshhathh.jpg

Enes Şehade da zanîn, "Lihevkirin" mîna vemirandima volkanekî bi kulmeke axê ye û got: "Hikumeta Şamê propagandeya wê dike ku ew xelasiya gelê Sûriyê ji êş û zehmetiyan e. Li beramberî wê jî gel xeteriya van siyasetên ku li ser wan tê ferzkirin nas dike û hê jî di banga guhertina vê rêyê de îsrar dike."

Enes El-Şehade bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Li şûna "lihevkirinan" divê hikumeta Şamê berê xwe bide diyalogên cidî û li nêrînên hemû gelê Sûriyê û pêkhateyên wê yên cûda guhdar bike bêyî ku tu aliyan ji bo bidawîkirina şer û rijandina xwîna gelê Sûriyê dûr bixe."

(bx)

ANHA


Mijarên Din