Rewşenbîran li Qamişlo komîteyeke demkî ava kir

13 nivîskar û rewşenbîrên Kurd komîteyeke demkî ava kir û ragihand ku erka komîteyê amadekariyên lidarxistina civîna giştî ya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ye da ku nêrîn, raman û pêşniyarên xwe yên guncaw der barê pirsgirêkên Kurdan de pêşkêş bikin.

Îro 13 nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên Rojava civîneke çapemeniyê li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişlo li dar xist û îşaret bi avakirina komîteyeke demkî kir û diyar kir ku erka komîteyê amadekariya civîna giştî ya rewşenbîrên Rojava ye.

Di civînê de endamên komîteya demkî daxuyaniyek da ku bi zimanê kurdî Elî Çilaxa, bi zimanê îngilîzî Ferîd Sadûn û bi zimanê erebî jî Taha Hisên xwend û armanc û erkên xwe ji raya giştî re diyar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji mentiqê erka ku di vê qonaxa hesas de dikeve ser milê me anku erka exlaqî, siyasî û neteweyî ye, me dît ku divê em bi karê xwe rabin û çalakiyên bi armanca çareseriya pirsgirêkên civaka xwe li dar bixin."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim gelê Kurd bi êrişên artêşa Tirk û hevalbendên wê re rû bi rû dimînin, artêşa Tirk û hevalbendên xwe hewldana têkbirina destkeftiyên bi saya berdêlên herêmê hatine qezenckirin, dikin û nexasim berdêlên gelê Kurd dane. Piştî êrişên dawîn ên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek însiyatîfên der barê yekitiya gelê Kurd de derketin holê; ji wan însiyatîfan jî ya fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî.

Rewşenbîrên Rojava yên herêma Firat û Cizîrê rêzecivîn bi rê ve birin û di encamê de biryara avakirina komîteya amadekar a civîna giştî ya rewşenbîrên Rojava hate dayîn.

Rewşenbîran bi daxuyaniyekê bang li kesên guhdanê bi kar û barên giştî dikin kir, çi rewşenbîr, çi akademîsyen, nivîskar beşdarî civîna giştî bibin da ku xetereya li dijî gelê Kurd, rewşa koçberbûn û xîtaba nakokiyan dixe nava pêkhateyan nîqaş bikin.

Rewşenbîran destnîşan kir ku armaca civîna giştî pêşniyar û gavên pêdivî pê heye ku werin avêtin, ji ber di encama vê civînê de dê çareseriyên guncaw ên çareseriya nakokiyên Kurdan derkevin holê.

 Komîteyê diyar kir ku ew serbixwe ne û komîte ji 13 nivîskar, dilxwaz û nivîskarên Kurd pêk tê, di heman demê de komîteyeke demkî ye û dê amdadekariyên civîna giştî bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din