Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Çalakgeran tekez kir ku gel dikare berê dîrokê biguherîne

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku têkoşîna parlemantera HDP`ê Leyla Guven û hevrêyên wê yên çalakiya greva birçîbûnê, armancên xwe pêk anîn, ev jî bi saya vîn û têkoşîna wan a bihêz bû. Rewşenbîran tekez kir ku Leyla Gven nimûne û sembla jinên azad e.

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê  Leyla Gven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 200 rojan di greva birçîbûnê de ma. Piştî nameya Ocalan ku banga bidawîkirina çalakiya greva birçîbûnê kir, ji ber armancên wan pêk hatin, bidawîkirina grevê ragihand.

Di vê derbarê de rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê tekez kir ku têkoşîna Leyla Guven û hevrêyên wê isbat kir ku gel dikare berê dîrokê biguherîne, her wiha slogana “Berxwedan jiyan e” nû kirin.

Ji endamên Yekitiya Rewşenbîrên Dirbêsiyê Zozan Mardilî destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya parlamenter Leyla Gven dest pê kir, gelek guhartin bi xwe anîn. Zozan wih got: "Têkoşîna parlemanter Leyla Guven û hevrêyên wê yên greva birçîbûnê, cîhan hişyar kir û asta girêdana xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyar kir.”

Zozan Mardilî di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku berxwedana çalakgeran îsbat kir ku gel dikare berê dîrokê biguherîne.

Têkildarî mijarê yek ji endamên Yekitiya Rewşenbîran helbestvan Remziya Remedan diyar kir ku di dîrokê de jinên Kurd bi berxwedan û vîna xwe ya xurt tên naskirin, her wiha tekez kir ku ew ser bingeha fikrên Ocalan xwe bi rê ve dibin.

Remziya Remedan di dawiya axaftina xwe diyar kir ku Leyla Guven û hevrêyên xwe armancên ku pê bang dikirin, pêk anîn, her wiha careke din ji cîhanê re tekez kirin ku jin sembola şoreşê ne û dikarin civakê jî biguherin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din