Rewşenbîrên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk kir

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Evîndar Heftaro û endama Meclisa Kantona Efrînê Fikret Ebdalo bang li rêxistin û hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Heftanînê bisekinin, ji ber êriş projeyên demokratîk û hebûna gelê Kurd dikin armanc.

Artêşa Tirk ji 15 Hezîranê ve êrişî herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê dike û piştî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî siyaseta qirkirina gelê Kurd dimeşîne.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Evîndar Heftaro diyar kir ku gelê Kurd êrişî tu kesî nake û ev jî ji destpêka dîrokê ve xuya ye, lewma divê her kes piştgiriya Kurdan bike û projeya demokratîk û adil berbelav bike.

Evîndar Heftaro bal kişand ser êrişên li Başûrê Kurdistanê pêk tên û got: "Em êrişên artêşa Tirk ên li dijî Kurdistanê şermezar dikin, ji ber ev êriş tevahiya pêkhateyan li Kurdistanê dijîn dike armanc û em dizanin ku ev êriş ne tenê Kurdan dike armanc."

Evîndar Heftaro bang li Kurdên ku hîn ji bo doza xwe tev negeriyane kir û ev yek got: "Ez bang li tevahiya kesên ku hîn jî razayî ne dikim, bila ji xewa xwe rabin û dijminê ku ji bo qirkirina wan dixebitin nas bikin, di heman demê de lihevkirinên di demên dawîn de di navbera partiyên kurdî çêbûn nîşaneya destpêkirina yekitiya kurdî ye û ev jî xewna me bû û li ser vî esasî dendika hêviya serxwebûnê li cem gelê Kurd afirî."

Heftaro da zanîn ku sekna li dijî êrişên artêşa Tirk ne erka Kurdan bi tene yê, lê belê divê tevahiya dewlet, rêxistin û kesên banga wekhevî û demokratiyê dikin jî tev bigerin, çima li hemberî van êrişan bê deng in, dewleta Tirk li ku dibe bila bibe êrişî projeyên demokratîk dike, lewra divê ew nas bikin ku armancgitina Kurdan armancgirtina demokratiyê ye û ev ji bo her kesên banga demokratiyê dikin derbasdar e.

Evîndar Heftaro wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Kurd êrişî gelê Tirk nakin ew gelekî ilmanî-demokrat in, lê belê hikumeta Tirkiyê hikum dike fitneyan di navbera gelên Kurd û Tirk de derdixîne, ji ber vê em bang li gelê Tirk dikin ku li dijî van siyasetan bisekinin, ji ber Kurd banga demokratiyê dikin û  projeyan xeteriyê li ser kesî çênake, dihêlin her kes bi hev re û bi rihekî azad û demokrat bi hev re bijîn. Jixwe dîrok isbata vê yekê dike û piştrast dikim ku divê em bi hev re wekî xwişk û bira bijîn û divê em astengiyên li hemberî xwe rakin, lewra divê tevahiya dewletan piştgiriya gelê Kurd ên têkoşer û ji bo aştiyê û belavkirina azadiyê li cîhanê pêk ve berdêlan didin, bikin."

Her wiha bi navê Komîteya Jinan a Meclisa Kantona Efrînê Fikret Ebdalo jî axivî û got:"Şerekî hovane li herêma Heftanînê diqewime, lê gelê Kurd êriş derbas kir û li ber xwe da."

Fikret Ebdalo wiha axaftina xwe domand: "Piştî dagirkirina herêma Efrînê ku gelê Efrînê 58 rojan li hemberî çekên pêşketî li ber xwe da, êrişên li ser herêma Heftanînê dest pê kir. Artêşa Tirk gelê Efrînê koçberî kir, lê dîsa jî heta vegera li Efrînê berxwedan berdewam e."

Fikret Ebdalo destnîşan kir ku artêşa Tirk hîn jî êrişî Serêkaniyê û Girê Spî dike, di heman demê de Erdogan nexşeyek belav kir û tê de destnîşan kir ku ew ê êrişên xwe ji Dêrikê heta bi Kobanê berdewam bike, vîna gelê Kurd bişkîne, lê berxwedana gelê şerker bi ser ket û planên artêşa Tirk bi bin xistin."

Fikret Ebdalo di dawiyê de bang li rêxistinên mafnas û tevahiya dewletan kir ku parastina gelê Kurd ji Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û Heftanînê bike û dawî li şer û komkujiyên li dijî wan bîne, nifûsa gelê Kurd 40 milyon derbas kiriye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din