Rewşenbîrên Ereb: Ti cudahî di navbera Osmanî û Tirkiyê de tine ye

Rewşenbîrên Reqayê tekez kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide berjewendî û xeyalên xwe li Sûriyê pêk bîne û gotin: “Dixwaze bi rêya gefxwarinên dawî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdema Osmanî vejîne. Eger em li kiryarên Osmanî û yên ku niha Tirkiye dikin binerin ti cudahî di navbera kiryarên wan de tune ye.”

Rewşenbîrên Reqayê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn.

Nivîskar Xeyredîn El-Murî wiha got: "Weke rewşenbîr, nivîskar û wêjevan, em rewşa dîrokî ku Tirkiyê li van herêman pêk anî radixin ber çavan. Eger em vegerin dîrokê û hevrûkirinê di navbera bûyerên ku Tirkiyê berê kirin e û niha dike, em ti cudahiyê nabînin."

El- Murî  anî ziman ku dîroka dewleta Tirk bi tundiyê tijî ye û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk wateya şarestaniya rastîn fam nake. Ev taybetmendiya wan derfet dide da ku xeyalên xwe bi cih bînin. Dewleta Tirk xelkê dixapîne ku ew projeya belavkirina Îslamê li Ewropayê hilgirtiye. Vê yekê hişt ku 400 sal li herêmê bimîne. Lê ya rast ew ku li berjewendiniyên xwe digere.”

Her wiha El- Murî wiha got: "Dewleta Tirk hin parçeyên welatên Ereb dagir kirin, di nav de jî Sûriyê. Ew dibîne ku ew a welatê wî ye. Lê ya rast ne wisaye. Armancên wê di vê herêmê de heye. Armancên wê di Sûriya kevn de heye. Sûriyê jêra girîng e. Hin armancên xwe pêk anî, mîna berê herêma Lîwaa Iskenderon dagir kir û niha jî Efrîn. Ji ber vê yekê texmîn dike ku ew dikare hîna armancên dagirkirinê li herêmên me pêk bîne. Ji ber ku fikra kontrolkirina ser xakên din hîna di mejiyê wan de heye."

El-Murî diyar kir ku dewleta Tirk ji bi berjewendiyên xwe destek da serhildanên li welatên ereban û wiha axivî: “Ev destek ne ji bo alîkariya serhildanan e. Yanî armancên wan pêkanîna berjewendî û armancên xwe yên di welatên ereban de ye. Xeyalê vejandina dewleta Osmaniyan hîna di mejiyê wan de ye."

Her wiha wêjevan Mistefa El-Mistefa jî axivî û wiha got: "Tirkan piştî ku Lîwaa Iskenderon dagir kirin, armancên wan nû bûn. Lêkirina dîwarê li derdora bajarê Efrînê piştî dagirkirina wê mirov vedigerîna demên bere. Ne tenê dagirkirina Efrînê, destwerdana li Lîbya, Sûdan û Iraqê jî dikin da ku serdema Osmaniyan vejîne."

El- Mistefa destnîşan kir ku gelê Ereb di serdema dagirkeriya Osmaniyan de gelekî zehmetî di hemû aliyan,  civakî, aborî, siyasî û çandî de dîtin. El- Mistefa got: “Lê gelên li welatên Ereb li pêşiya dagirkeriya Osmaniyan rabûn. Vaye gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya rêgeza biratiya gelan jinûva wê rêyê didin vejandin.”

Di dawiya axaftina xwe de El- Mistefa wiha got: "Projeya demokratîk dewletên ku demokrasiye wek reklamê bi kartînin aciz dike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker gefan li projeya demokratîk a herêmê dixwe. Niha jî leşkerên xwe aniye ser sinorê Girê Spî.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din