Rewşenbîrên Girê Spî rola Tirkiyê di herêma ewle de red dikin

Rewşenbîrên kantona Girê Spî têkildarî herêma ewle ya ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze li Bakurê Sûriyê ava bike û bi rêve bibe teqez kirin ku ew rola Tirkiyê di vê herêmê de red dikin. Rewşenbîran gotin: "Hebûna Tirkiyê tê wateya dagirkirina xaka Sûriyê."

Mijara avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê, bi taybet piştî daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê dîsa ket rojevê, lê hîna zelal nebûyê bê ev herêmê dê were avakirin ya na û dê kî bi rêve bibe.

Li gel neqebûlkirina herêmî û cîhanî ji avakirina vê herêmê, Tirkiyê hewl dide herêma ewle di bin çavdêriya wê de were avakirin. Li aliyekî din jî diyar e dewletên erebî rola Tirkiyê di wê herêmê de red dikin û ji wê jî zêdetir Washongton girêdayî beşdarkirina Tirkiyê di çavdêriya herêmê de ti helwest nîaşn nedaye.

Di wê çarçoveyê de, berpirsên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma ewle û rola Tirkiyê tê de red û dibêjin pêdivî bi herêma ewle tune ye ji ber ku herêmên aram e. Her wiha dibêjin ku heger pêwîst bi herêma ewle hebe bila di bin çavdêriya Koalîsyona Navdewletî û hêzên ji Neteweyên Yekbûyî (NY) de be.

Kî êrîş kê dike?

Rewşenbîrên kantona Girê Spî diyar kirin ku ew rola Tirkiyê di herêma ewle de ku qala wê tê kirin, red kir.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Girê Spî Mihemed Eyaş got, mafê Tirkiyê tune dest di Sûriyê de wer bide an jî beşdarî çavdêriya herêma ewle bibe ku behsa wê dike.

Eyaş pirs kir: "Kî êrîşê sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dike? Gelo Tirkiyê ye yan gelê Sûriyê ye?

Eyaş wiha lê zêde kir: "Şêniyên Bakurê Sûriyê, êrîş nekiriye û êrîş nake û tu gule jî li hember Tirkiyê neavêtiye, ji ber şêniyên herêmê rêzdariyê li hember cîrantiya Tirkiye weke gel digire."

Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Eyaş raber kir ku dîwarê ku Tirkiyê beriya çend salan li ser sînor lêkiriye têra parastina wê dike heke pêwîst kir. Her wiha anî ziman ku êrîşkarê rasteqîn ew e ku binpêkirin û kiryaran li ser sînor pêk tîne û hewl dide bi rêbazên ne rewa sînorê welatê xwe derbas bike û bikeve dewleteke din.

Xwesteka Tirkiyê redkirî ye...Tirkiyê deriyê şer e!

Umer Mihemed jî anî ziman ku siyaseta Erdogan vîna gel naşkîne û wiha lê zêde kir: "Tenê tiştek heye ku navê wê têkiliya cîrantiyê di navbera gelên Tirkiyê û Sûriyê de û tu dijmantî di navbera me de jî nîn in. Divê Tirkiyê dev ji kiryarên dijmantiyê berde û li xwe vegere. Ew şerê gelê me yê bêçek dike."

Li aliyekî din jî Tirkî Xelîl Xelîl li ser gotina Umer Mihemed wiha zêde kir: "Tirkiyê dergeha şer li Sûriyê ye. Heke em li salên borî vegerin, em bibînin çawa Tirkiyê li piş hewldanên fitneyên di navbera pêkhateyên Girê Spî de sekinîn.  Heger Tirkiyê ewlehiya xwe ya niştîmanî dixwaze divê tenê paratina sînorê xwe bike. Ne ku Tirkiyê raya giştî ya cîhanê bixapîne ku ew dikeve nava ewle û berjewendiya gelê Sûriyê. Tevahî dizanin ku armanca wê ew e parçekirina xaka Sûriyê ye."

Rohilat Ehmed, daxwaza Tirkiyê ya avakirina herêma ewle red kir û wiha got: "Ev daxwaz hem ji gel û hem jî ji Rêveberiyê de nayê pijirandin. Divê NY’yê derfetê nede vê yekê."

Rohilat her wiha got: " Armanca Tirkiyê armanc li ser hesabê gelê herêmê, Bakurê Sûriyê tev li erdnîgariya xwe bike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din