Rewşenbîrên Helebê: Ji bo rawestandina êrîşan divê partiyên Kurd bibin yek

Rewşenbîrên bajarê Helebê, bang li aliyên Kurd kirin ku li dora demokrasiya rastîn, yanî yekrêziya ref a Kurd kom bibin da ku planên dagirkeriya Tirk pûç bikin.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û zêdegaviyê domdar zêde dibin. Rewşenbîrên bajarê Helebê sedemên van êrîşan diyar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo rawestandina êrîşên artêşa Tirk li dijî gelê Kurd, yekrêzî pêwîst e.

Helbestvan Menan Ehmed got: “Ji ber ku dagirkeriya Tirk di siyasetên xwe yên hundirîn de bi binket, hewl dide bi rêya êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê aloziya xwe derbasî derve bike. Parastina Kurdan û destkeftiyên wan li Başûrê Kurdistanê, erka hikumeta Başûrê Kurdistanê ye."

Menan tekez kir ku armanca sereke ya Tirkiyê ji van êrîşan qirkirina gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Yekrêziya Kurd bi xwe serkeftinek li dijî dijminên gelê Kurd e. Piştî wê kesek nikare şerê wan bike.

Dr.Welîd Cindo destnîşan kir ku pêwîst e gelê Kurd mîna her civakekê xwedî proje, welat û maf be. Cindo wiha berdewam kir: "Divê partiyên Kurd ên ku li hev nekirin yan jî nebûn yek bizanibin ku sedema parçebûna doza Kurd yeknegirtina wan e."

Cindo got: "Mixabin gelek partî hene hertim hewl didin projeyên demokratîk ên li ser erdê bi bin bixin û kesek nizane armancên wan partiyan çine. Ev partî bi taybet ên girêdayî dewleta Tirk in. Ev partî ji bo berjewendiya Tirkiyê partiyên din berbelav dikin."

Di dawiya gotinên xwe de Cindo bang li aliyên Kurd kir ku li dora demokrasiya rastîn, yanî yekrêziya ref a Kurd kom bibin da ku planên dagirkeriya Tirk pûç bikin.

Girêdayî mijarê endama Yekîtiya Rewşenbîran a Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku korek (çal) di navbera Kurdan de ye û wiha got: “Ev kor rê li pêşiya AKP’ê vedike ku binpêkirinan li ser Kurdan bide meşandin. Hikumeta Başûrê Kurditanê û civaka navdewletî li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bêdeng in.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir