Rewşenbîrên Kobanê têkildarî tecrîdê belavok belav kirin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê dest bi belavkirina belavokan kir.

Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê di nava kolanên bajarê Kobanê de geriyan û têkildarî tecrîda li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok li gel belav kirin.

Naveroka belavokê wiha ye:

“Li hember bêmafiya li ser rêber Apo, xwe ker, kor û lal nekin. Tecrîda li ser rêber Apo, tecrîda li ser gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji hêla erdnîgariya xwe ve li gor daneyên arkeolojîk û dîrokî, ji bo kom û mirovên destpêkê bûye bingeh. Jiyana civakî li vê erdnîgariyê bingeha xwe daniye. Li ser vê erdnîgariyê gelek lêkolîn hatine kirin. Arkeolog û antropolog dixwazin bi rêya naskirina vê erdnîgariyê, rastiya civakan nas bikin. Li vir di destpêka civakbûnê de pîvanên wekhevî, hevtemamkirin û jiyana xwezayî esas hatiye girtin. Ji bo vê em îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn pîvanên civakî esas digirin û li hember pîvanên desthilatdarî, zordarî û çînayetî li ber xwe didin.

Rêber Apo bû sedem ku roja îro civak li ber xwe bide û jiyana mirovatiyê berdewam bike. Rastiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bi rengekî zanistî û zelal derxist holê ku li ser wê têkoşîneke mezin bi pêş ket. Bawerî di nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn de pêş xist ku ev civak bikaribin vegerin ser cewherê xwe.

Rêber Apo li Kurdistanê ew gelê ku bi her awayî hatibû parçekirin, dihat înkarkirin, konevaniya tunekirinê li hember wî dihat meşandin, gihîştibû asta ku ew bi xwe jî xwe înkar bike û ji xwe bireve, şîyar kir. Piştî van xebatên ku rêber Apo ji bo Civaka Kurd kirî, sîstemên zordar dê nikaribin berxwedana civakê têk bibin û ser bikevin. Ya ku bi ser bikeve berxwedana civaka Kurdistanê ye, berxwedana me ye. Ev rastî jî di têkoşîna rêber Apo de diyar e ku çawa xwe ji bo me fîda kiriye. Em civaka Kurdistanê di şexsê rêber Apo de xwe dibînin. Ji ber ku afirînerê civaka me rêber Apo ye. Ji bo vê îro bi milyonan Kurd û gelên din dibêjin"Azadiya rêber Apo, azadiya me ye, tecrîda li ser rêber Apo, tecrîda li ser me ye. 

Tecrîda li ser rêber Apo dûrî nirxên exlaqî, mirovî û siyasî ye. Li rexmî ku bîst sal in di girtîgeha takekesî de girtiye û gelek caran rastî êrîşên cur bi cur hatiye, berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Her wiha parêzer di sala 2011`an de rêbertî nabînin. Malbata wî di sala 2016`an de rêber Abdullah Ocalan nabînin.

Li hember tiştên ku rêber Apo Ji bo me kirî, divê em jî wek civak hîn zêde li pey ramanên wî bin, bi wan bijîn û tekoşîn û berxwedanê li dijî dijimin di serî de dewleta Tirk bikin bêjin bi girtin û tecrîdkirinê hûn nikarin me ji ramanên rêber Apo mehrûm bikin, ji ber ku hebûna rêber Apo hebûna gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Bê rêber Apo jiyan nabe.

Gelê me yê welatparêz, hêzên demokrat, rewşenbîr û şexsiyetên hestyar; pîvan û exlaqê xwe yê civakî bikar bînin, vegerin cewherê xwe û bi rûmet li rastiya rêber Apo xwedî derkevin, ber xwe bidin û ji bo berxwedana li dijî tecrîdê têbikoşîn.”

Der barê mijarê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê Mislim Mislim jî wiha got: “Me ev çalakî dest pê kiriye ji bo bidawîkirina tecrîda giran li ser rêber Apo ku ji aliya dijminekî  hov de hatiye kirin, bi armanca îmhakirina fikr û felsefeya Rêbertî ev tecîrd hatiye meşandin, ji ber ku rêber Apo temsîla gel dike.”

Belavok dê li navçe û gundên Kobanê jî werin belavkirin.

(hk-om)

ANHA 


Mijarên Din