Rewşenbîrên Kobanê:Tecrîd hewldana têkbirina projeya demokratîk e

Rewşenbîrên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Armanca tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, têkbirina projeya demokratîk e.”

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û rê nade parêzer û malbatê ku bi Rêber Ocalan re bicivin. Ji ber vê yekê mafnas dibînin, ku ev binpêkirina qanûnên navdewletî, mafên mirovan û qanûnên parastina mafên girtiyên siyasî ye.

Rewşenbîrên kantona Kobanê dibêjin, dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn têk bibe. Lewma tecrîdê li ser mîmarê projeyê tuntir dike û heta di girtîgehê de jî hesabê rêbertî dike.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Izet Hebeş got: “Dewleta Tirk ji berê ve siyaseta derbekirina doza kurdî û tunekirina şoreşên kurdî dike. Dewleta Tirk heman senaryo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare dike, lewma tecrîdê ferz dike û rê nade serlêdana parêzeran. Armanca vê yekê jî tunekirina fikir û felsefaya Rêbertî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meryetê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk qanûnên navdewletî bin pê dike û rê nade serlêdana parêzeran.”

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Leyla Abdo tecrîd şermezar kir.

Leyla Abdo got: “Cîhan li ser bingeha şer û xêrê hatiye avakirin û şer domdar dixweze xêrê tune bike. Ev jî kiryarên dewleta Tirk temsîl dike, lewma tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd dide meşandin.”

Leyla îşaret bi projeya demokratîk a Ocalan kir û got: “Rêbertî dixwaze dawî li bindestiyê bîne û zlima li dijî gelên herêmê tê meşandin rake.”

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Leyla di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tecrîda li ser Rêbetî bi erêkirina hêzên navdewletî ye û armanca wan jî tunekirina nasnameya kurdî ye û têkbirina şoreşa kurdî.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din