Rewşenbîrên Kurd: Çareserkirina doza Kurd destpêka demokratkirina Rojhilata Navîn e

Rewşenbîran bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê Kurd da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û li hember azara komplo û siyasetên qirkirinê bisekin. Her wiha piştrast kirin ku cîhan li ber pergalên siyasî û aboriyeke nû ye û çareserkirina doza Kurd rêbaza demokratkirina Rojhilata Navîn e.

Gelek aliyên Kurd li Rojava-Bakur û  Rojhilatê Sûriyê dan û standin û hevdîtinên nêzbûna Kurdan pêk tînin. Ev jî bi hedefa avakirina yekitiya gelê Kurd e ku li ser gelek bersivdanên ji bo yekitiya Kurd pêk hatiye, jê jî însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bangên çînên civakê yên cihêreng, her wiha hewldanên DYA û Fransayê di nêzbûna aliyên Kurd de.

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Evîndar Heftaro axivî û got hewcedariya Kurdan bi yekitiyê, bi taybet di gel vê rewşa giştî ya cîhanê û herêmê, heye. Her wiha cîhan li ber guherîna sîstemên siyasî, rêveberî û aboriyeke nû ye. Lê dewletên herêmî, bi taybet ên ku Kurdistan dagir kiriye, di rewşên siyasî û aborî re derbas dibin û wiha got: "Li hember hêzên Kurd şanseke dîrokî heye ku mafên gelê xwe bi dest bixin."

Heftaro wiha domand: "Ev pêvajo ji bo Kurdan, pêvajoyeke hebûn û nebûnê ye. Divê tevahî nakokiyên di navbera partî û hêzên Kurd de di dema niha de bên çareserkirin û tenê doza Kurd bi ser bikeve, her wiha sûdê ji dîroka gelê Kurd wergirin."

Girêdayî heman mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Hesen Îbiş jî wiha da zanîn: "Bêguman cîhan li ber guherîna siyasî, aborî û rêxistinî ye, ev pêvajo jî girîng e ku tevahî mirovahî tê re derbas dibe. Divê Kurd sûdê ji van guhartinan wergirin ku mafên xwe yên bi salan hatine binpêkirin, bi dest bixin."

Îbiş wiha bi dawî kir: "Sîstema cîhanî û dewletên mezin ên li ser herêma Rojhilata Navîn bi nakok in, di vê dawiyê de zanîn ku tu çareserî li Rojhilata Navîn bêyî çareseriya doza Kurd ne pêkan e. Ji ber çareseriya vê dozê dê bibe metoda yekane ya ber bi demokratkirina herêmê û rizgarkirina ji alozî, sîstemên dîktator û despot û çareserkirina aştiyê ve ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din