Rewşenbîrên Rojava têkildarî yekitiya kurdî komxebatek lidar xist

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê komxebatek ji bo nîqaşkirina asoyên yekitiyê û nêzîkkirina nêrînan lidar xist.

Komxebata diyalogan a rewşenbîran li avahiya Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Reweşnbîr, endamên sazî û yekitiyên çandî, akademisyen û nivîskar beşdar komxebatê bibûn.

Di komxebatê de mijarên ewlehiya netewî ya kurdî, rêbazên pêkanîna yekrêziyê û helwesta rewşenbîran ji insyatîfên yekrêziya kurdî ya ku Fermandarê QSD‘ê Mezlûm Ebdî pêşkêş kiriye hatin nîqaşkirin.

Piştî deqeya rêzgirtin, beşdarên li ser mijaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Rewşenbîran metirsiyên xwe der barê ewlehiya netewî ya kurdî û doza kurdî de anîn ziman û gotin: "Doza Kurd ên li Sûriyê di xeteriyê de ye, bi taybet piştî dagirkirina hin herêmên kurdî li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve û koçberkirina niştecihên wê."

Rewşenbîran diyar kirin ku însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ji yekitiya netewî ya Kurdî re derman ku dikare gel û doza Kurd biparêze.

Rewşenbîran  gotin divê têgeha îxanetê li dijî partiyên siyasî yên Kurdî neyên bikaranîn, divê çareserî û rêbazên din ên lihevkirina Kurdî-Kurdî werin dîtin. Her wiha anîn ziman ku divê piştgirî bi însyatîfa Mezlûm Ebdî were kirin da ku biserkeftî encam bide.

Rewşenbîran bang li aliyê Kurdî kir ku nêrînên xwe yên siyasî deynin aliyekî û kurdîtî di ser her tiştî bigirin û got, bidestxistina maf û serkeftina doza Kurd di yekitiyê de pêkan e.

ANHA


Mijarên Din