Rewşenbîrên Sûriyê: Nenavendîbûn rizgariya ji parçebûna heyî ye

Kesayetên sûrî diyar kir ku parçebûna ku dagirkerî û Partiya Baasê di nava pêkhateyên Sûriyê de ava kir, dê bi navendîbûnê bi dawî bibe û da zanîn ku girîngî bi yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyê heye ku ji krîzê derkevin.

Siyasetên fitne û pêkanîna nakokiyên di navbera ol û neteweyên li Sûriyê û welatên Rojhilata Navîn de, parçebûnên kûr û krîzên li pey hev ava kirin û gelên herêmê demên dirêj azarên wan dikişînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe, hemû pêkhateyên olî û neteweyî bi rengekî hevbeş û aştiyane dijîn. Gelek kes vê yekê wek hêviya xilasiyê ji aloziya Sûriyê dibînin.

Der barê vê yekê de, civaknas Dr. Miqdad Ebûd ji ajansa me re diyar kir ku yekitiya pêkhateyan bûye pêwîstiyek, nexasim li gel nakokî û parçebûnên di dema krîza Sûriyê de.

 ‘JI BO KU EM JI VÊ KRÎZÊ DERKEVIN DIVÊ EM YEKITIYÊ AVA BIKIN’

Ebûd hevdîtinên li ser bingeha diyaloga Sûrî-Sûrî wek hevdîtinên erênî nirxandin ku bi saya wan dê nêzîkbûnek li ser bingehên çandî, siyasî û bawerî di nav civaka sûrî de pêk were.

Ebûd diyar kir ku pêwîstiya civaka Sûriyê bi formeke wiha ya giştî heye ku lihevkirinekê pêk bîne û li ser wê zemîneke fikrî ya hevgirtî ava bibe ku pirrengiyê û cudabûnê diparêze.

Têkildarî vê yekê Ebûd wiha anî ziman: “Em bi yekitiya xaka Sûriyê re ne bêyî ku parçekirin û dûrxistin hebe. Her wiha em bi wê yekê re ne ku mafên hemû pêkhateyên civaka sûrî werin parastin da ku rola xwe di çareseriya krîza Sûriyê de bi rengekî baş bilîzin.”

‘YEKITIYA PÊKHATEYAN DIVÊ NE LI SER PARVEKIRINAN BE`

Ebûd destnîşan kir ku divê pêkhate nebin sedema parçekirina Sûriyê lê belê bibin hîmeke sereke ya yekitiya wê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em sûd ji tecrubeya Iraq û Lubnanê digirin. Wan asta siyasî û saziyên siyasî li gorî pêkhateyan bi rêxistin kirin, beyî ku helwesta wan a fikrî û siyasî bikin yek.  Ji ber wê, li van her du welatan, pirsgirêkên ji bo avakirina hikumetê yan jî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê hene. Parvekirinên mezbehî hene û aqilê nûjen ev form ji hêla parçebûnên neteweyî ve derbas kiriye."

‘DAGIRKERÎ Û PARTIYA BAASÊ MOZAÎKA SÛRIYÊ PARÇE KIR’

Girêdayî heman mijarê, nivîskarê sûrî Hesan Yûnis diyar kir ku ji bo gelê Sûriyê mijara yekkirina pêkhateyan gelek girîng û hesas e.

Hesan wiha domand: “Ji bo min, pêkanîna hevsengî, jiyana hevbeş û rakirina hesasiyetan di navbera pêkhateyan de ji bikaranîna têgeha yekkirinê baştir e."

Hesan bal kişand ser cihê Sûriyê ku ew ji welatên pirrengîn di cîhanê de ye û tê de zêdetirî 18 mezheb, etnîk û komên cihêreng hene.

‘NENAVENDÎBÛN RIZGARÎ YE’

Têkildarî vê yekê Miqdad Ebûd ev tişt anî ziman: “Di dema desthilata Partiya Baas û nêrîna wê ya şovenîst û erebperest de kûrahiya mûzaîka civakî ya Sûriyê wêran bû, bend û pirsgirêkên kûr di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêbûn.”

Yûnis diyar kir ku ji ber desthilata Bassê û têgeha şovanîst a neteweperestiyê û ji ber hikmê osmaniyan sûriyan gelek azaran kişandin û wê jî hesasiyetek di navbera pêkhateyên mezhebî de çêkir.

Di dawiya axaftina xwe de, Hesan Yûnis destnîşan kir ku divê dîrok baş were xwendin û got: “Nenavendîbûn dê civaka Sûriyê xelas bike û mafê bide sûriyan ku xwe bi rê ve bibin, da ku ji xerabî û bermahiyên desthilata hêzên ku me behsê kirine xelas bibin.”

(mh)

ANHA


Mijarên Din