Rûhanî 60 roj wext da dewletên hevparên lihevkirina nukleerî

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îro tekez kir ku Îran dewletên di lihevkirina nukleerî de mane, 60 roj wext da wan da ku sozên xwe pêk bînin.

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di civîna hikumeta Îranê de got salek di ser vekişandina DYA ya neqanûnî ji lihevkirina nukleerî û binpêkirina biryara 2231’an a Meclisa Ewlehiyê re  derbas dibe.

Rûhanî destnîşan kir ku li gorî biryara Meclisa Meclisa Ewlehiyê ya Netewî ya Bilind a Îranê ku 5 name ji aliyê wî ve ji 5 dewletên mayî di lihevkirina nukleerî de hatin şandin, ji wan dewletan re hat ragihandin ku li ser xwesteka wan û pêkanîna sozan salekê sebr kirin û wiha got: "Em naxwazin ji lihevkirina nukleerî vekişin. Em îro gaveke nû ber bi lihevkirina nukleerî ve diavêjin."

Rûhanî di axaftina xwe de diyar kir ku Îran name ji her pênc aliyên di lihevkirina nukleerî de der barê pêngavên nû de ku dê ji aliyê Tehranê ve di çarçoveya lihevkirinê de werin avêtin, hat şandin û wiha anî ziman: "Em ê ji îro ve firotina ûranyum û ava giran bisekinînin. Em 60 roj wext didin 5 aliyên ku di lihevkirina nukleerî de mane ku sozên xwe pêk bînin."

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir ku heger ew dem bêyî tu encamê bi dawî bibe dê Îran ûranyumê çêke, rêjeya vê jî ji sedî 3,67 e. Ya din jî guhartinên ferdî di ava giran de çêkin.

(bx)


Mijarên Din