Rûhanî daxwaza desteka di dema şer de kir

Duh serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxwaza wergirtina destekên pêkanînê yên fireh bi navê "dema şer" de wekî yên dişibe şerê Iraqê di sala 1980’yî de da ku li hember fişarên rastî welatê wî tên, bisekine.

Ajansa fermî ya Îranê Îrnayê ragihand ku serokê Îranê îşaret bi şerê li ser Iraqê di sala 1980’yî di dema ku "Meclisa dema şerê bilind" karî şaxên dîtir derbas bikirana da ku biryarên der barê aboriyê û şer de bistîne, kir.

Di raporê de tu destekên nû nehatibûn diyarkirin. Lê li ser zimanê Rûhanî wiha hate gotin: "Îro, pêdiviya me bi mîna wan destekan heye."

Rûhanî bi bîr xist ku Îran rastî pirsgirêkên ku berê rastî nehatiye, tê (wekî di pank û firotina petrolê de). Her wiha Rûhanî destnîşan kir ku welat hevgirtî ye ku berxwedanê li hember  DYA’yê û sizayên wê bisekine.

Nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de piştî rêveberiya Trump Heres El-Sewrî ya Îranê xiste lîsteya reş a rêxistinên terorîst, zêde bûn. Her wiha siza bi mafê Tehranê zêde kir. Ew jî piştî vekişîna Washingtonê ji peymana nukleerî beriya salekê.

Senetorê DYA’yê Lindsey Graham ku nêzî Trump e, bang li "bersiva leşkerî ya tund" di dema ketina berjewendiyên DYA’yê ya xetereyê de kir.

(fr)


Mijarên Din