Rûhanî: Diyalog bi Washingtonê re pêkan e

Reutersê da zanîn ku serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got "Diyaloga bi DYA’yê re pêkan e, heke cezayan rake."

Kanala PressTV a Îranê daxuyaniyên Rûhanî yên li gel çapemeniyê ragihand ku Rûhanî wiha gotiye: "Rêya guftûgoyan heke Washingtonê sozên xwe der barê peymana nukleerê de pêk anî, vekirî ye." 

Rûhanî bal kişand ser ku cezayên DYA’yê gelê Îranê kir armanc, ne rejîm.

Rûhanî îşaret bi bandorên cezayên DYA’yê kir û wiha got: "Me nikarî pêdiviyên welatiyan di meha borî de bi sedema cezayên DYA’yê bi hêsanî peyda bikin."

 (fr)


Mijarên Din