Rûhanî: Em ji bo diyalog û lihevkirinan amade ne

​​​​​​​Serokê Îranê Hesen Rûhanî tekez kir ku welatê wî ji bo lihevkirina bi serokên Çîn, DYA, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Almanyayê re amade ye, bi şertê ku cezayan ji ser wê rakin.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî got: "Heger ew amade bin ku cezayan ji ser wan rakin, em jî ji bo diyalog û lihevkirinan li ser asta serokên her şeş dewletan, amade ne."

Çîn, DYA, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Almanya sala 2015`an bi Îranê re peymaneke nukleerî, îmze kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî ji lihevkirina nukleerî vekişiya û got lihevkirina bi Tehranê re ya herî xirab di dîroka dîplomasî de ye û ji ber wê jî cezayên nû li ser Tehranê ferz kirin.

(bx)


Mijarên Din