Rûhanî Macron hişyar kir: Em ê girêdana xwe bi hevpeymana nukleerê lawaz bikin

Serokkomarê  Îranê Hesen Rûhanî duh bi hempîşeyê xwe yê Fransayê Emmanuel Macron re kete peywendiyê û got heke Ewropa rêzdariyê ji hevpeymanan re negire, dê Îran girêdana bi hevpeymana nukleerê ya di sala 2015`an de hatiye mohrkirin, lawaz bike.

AFP`ê ragihand ku Îranê daxuyand ku ev peywendiya yekemîn e ku di navbera serokên her du welatan de, piştî hevdîtina Macron û wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku di dema Lûtkeya G7`an de ku 25`ê Tebaxê li bajarê Fransayê Biarritzê hate lidarxistin, pêk tê.

Daxuyaniya serokkomariya  Îranê ku ajansa nûçeyan a Îranê ragihand, bi bîr xist ku Rûhanî ji Macron re gotiye: "Heke Ewropa ne li gorî peymana xwe be, dê Îran pêngava sêyemîn a lawazkirina hevpeymana nukleerê pêk bîne.”

Serokkomarê Îranê her wiha got: "Ev gav wekî pêngavên din e û muhtemel e ku mirov gav bi paş ve biavêje."

Îran têkildarî mijara gava sêyemîn a lawazkirina girêdana bi hevpeymanê re diyar nekir, lê Zerîf di demên dawîn de ji rojnameya Tsudoich Zeitung a Almanyayê re got dê gav di 6`ê Îlonê de were avêtin.

Her wiha Rûhanî di dema peywendiyê de got: "Pêkanîna aliyan ji hevpeymana nukleerê re, mîsogerkirina liv û tevgera azad ji hemû korîdorên deryayan re, di nav de Kendava Farsî û Tengava Hurmizê ye, dê wekî du armancên serekê yên dan û standinên heyî bin."

Di aliyekî din de Macron di daxuyaniyê de  bal kişand ser girîngiya liv û tevgera heyî ya ji bo avakirina zemîna kêmkirina nakokiyan bi rêya diyalog û avakirina çareseriya domdar.

Parîs dibîne ku divê Îran di milekî de li girêdana xwe bi hevpeymana nukleerê vegere û di milekî din de jî divê serokê Amerîkayê Donald Trump cezayên aborî li ser Îranê rake, bi rêya rêdana hinardekirina petrolê.

Qesra Elysee diyar kir ku Parîsê girîngiya girêdana Îranê bi hemû bendên hevpeymana nukleerê bi bîr xist, her wiha hemû gavên pêwîst ên vegera aştiyê li Rojhilata Navîn biavêje .

Serokkomarê Fransayê bang li Îranê kir ku dawî li şer bîne, rê li pêşiya diyalogên li Yemenê veke, her wiha jê xwest ku xwe li Lubnanê di bin kontrolê de bihêle di demekê de ku nakokî navbera Hizbullah û Îsraîlê de zêde dibe.

Tê zanîn ku piştî vekişandina serokê Amerîkayê ya bi biryareke yekalî ya ji hevpeymana navbera Îran û hêzên mezin, alozî ji destpêka Gulana sala derbasbûyî de derket holê, her wiha keştî rastî êrîşan hatin, firoke hatin rûxandin û di mehên dawîn de jî keştiyên petrolê li Kendavê hatin girtin.

(eh)


Mijarên Din