Rûhanî rola DYA’yê li herêmê bi “wêrankirinê” bi nav kir

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî rola DYA’yê ya li Rojhilata Navîn bi “wêrankirinê” bi nav kir. Her wiha bal kişand ser pêwîstiya derketina DYA’yê ji herêmê da ku aramî û ewlehî pêk were.

Ajnasa Tesnîm a Îranê li ser zimanê serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got: "Mixabin, Amerîkiyan diyar kir ku hemû pêkanînên xwe binpê dikin û divê ji herêmê derkevin da ku aramî û ewlehî li herêmê pêk bê.”

Ev daxuyanî di civîna ku Rûhanî ya bi hevpîşeyê xwe yê Afganistanê Eşref Elî re ya li ser lûtkeya 19’emîn a Rêxistina Şanghayê ya hevkariya Bîşkekê li Kirgizistanê hat.

Di civîna rêxistinê de, Rûhanî DYA bi gefên li dijî metirsiyên îstiqrarê tawanbar kir û wiha got: "Gefên xeternak ji bo aramiya herêmî û navdewletî ne." Ev jî piştî tawanbariyên DYA’yê yên  li ser Îranê der barê êrîşên li ser tankerên petrolê li Kendava Umanê de bû.

Ev zêdetirî mehekê ye ku di navbera DYA û Îranê de nakokî zêde bûne.

(fr/kc)


Mijarên Din