Rûhanî: Tevî cezayên DYA’yê em ê hinardekirina petrolê bidomînin

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku tevî zextên DYA’yê û cezayên ku li welatê wî ferz dike jî dê Tehran hinardekirina petrolê berdewam bike.

Washingtonê hefteya borî gefên ferzkirina cezayan li dewletên ku dê petrola Îranê wergirin, xwarin.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî di xîtaba xwe ya li ser televîzyona fermî ya Îranê ya bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê de wiha got: "Qedexekirina petrolê fikr û biryareke şaş ji aliyê DYA’yê ve ye. Em nahêlin vê biryarê pêk bînin û ew ê bibînin ku em ê petrolê di mehên bê de derxin."

Her wiha ajansa IRNA ya Îranê diyar kir ku Rûhanî wiha gotiye: "Divê em petrola xwe derxin, li gel me 6 rêyên derxistina wê hene, DYA bi wan nizane."

(jo)


Mijarên Din