Êrişa çeteyan a li ser gundekî Girê Spî hate şikandin

Şervanên QSD‘ê bersiva êrişa çeteyan a li ser gundê Xefet  Salim ê Girê Spî dan. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî nuqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundî Xefet Salim ê Girê Spî kirin. Şervanan bersiva êrişan dan 2 çete hatin kuştin.

Çeteyên ku reviyan jî kuştiyên xwe li pey xwe hiştin.

ANHA


Mijarên Din