Êrişa li dijî Rêya M4 hate şikandin

Artêşa Tirk û çeteyên wê duh bi şev hewl da êrişî Rêya M4 bike lê şervanan bersiv da û êriş hate şikandin. Di êrişê de herî kêm çeteyek hate kuştin.

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xeta Dibis a girêdayî navçeya Eyn Îsa û ji gundên derdore wê xwest êrişî rêya M4 a navneteweyî bikin. Şervanên QSD’ê bersiv da û herî kêm çeteyek hat kuştin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan bi tevahî nehat zelalkirin. Her wiha hewldanên êrişan hatin şikandin.

ANHA


Mijarên Din