Êrişên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li xwendakarên Rojava dikin

Di 9`ê Cotmehê de dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encama êrişan de bandoreke neyînî li xwendekarên Zanîngeha Rojava bû.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser bajarê Qamişlo Zanîngeha Rojava di wê demê de hat rawestandin.

Der barê rewşa Zanîngaha Rojava de bi navê rêveberiya zanîngehê Gulîstan Sîdo wiha got: "Ji ber êrişan bandoreke neyînî li sîstema perwerdeyê bû, di demên êrişan de zanîngeh û çalakiyên ku me xwestibûn pêk bînin, hatin rewestandin. Êdî rê li ber xwendekaran hatibûn girtin, wekî ku karê me hemû hat rewestin.”

Gulîstan da zanîn ku piştî rewş aram bû, wan civîneke awarte li dar xist, rewşa dawîn a zanîngehê nirxand û hin biryar dan; yek jê vekirina zanîngehê di 17`ê Mijdarê de, lê ji ber rewşa heyî hin xwendekarên wan li Şehbayê mane û nikarin werin, metirsiyên wan hene bi ewlehiya rêyan.

Gulistan Sîdo wiha pê de çû: “Hin guhertin di sîstema zanîngehê de çêbûn. Beşên nû hatin vekirin wek Fakulteya Ziman û Huner û Zanistên Civakî, cudayî wan Fakulteya Zanista Endezyariyê û Peymangeha Wergera Îngilîzî hatin vekirin. Di demên pêş de em dixwazin navendekê ji bo amedekirina çavkaniyên zanîngehê ava bikin. Hîn metirsiyên me hene bi giştî li ser sîstema perwedeyê, ger şerekî din derkeve wê hemû xwendekarên me nikaribin xwendina xwe berdewam bikin.”

Xwendekara Zanîngeha Rojava ya Beşa Wêjeya Kurdî Yara Ehmed jî wiha da zanîn: "Rawestandina zanîngeha me bandoreke neyînî li xwendina me kir. Em wek xwendekarên zanîngehê, hazir in ku em parastina welatê xwe bikin."

ANHA


Mijarên Din