Êrişên qirkirinê nikarin îradeya Kurdan teslîm bigirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva 14’ê Hezîranê nîvê şevê êrişê Mexmûr, Şengaş û Hêrêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ev êriş ne yekemîn bûn. Helbet dê nebin ên dawîn jî. Ji ber ku dewleta Tirk dijmineke gelê Kurd a sondxwarî ye. Ji ber vê yekê jî helwesta dijberiya van êrişan li ser milê hemû Kurdên birûmet û yên ku ji bo jiyana azad israr dikin, peywireke sereke ye.

Musteşarê MÎT’a dewleta Tirk Hakan Fîdan di 11’ê Hezîranê de li Iraqê hin hevdîtinan pêk tîne û 14’ê Hezîranê jî di serî de Şengal û Mexmûr, êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê dikin. Ji ber vê yekê jî ne mimkun e ku îstixbarata Iraqê hay ji van êrişan tune be û erê nekiribe.

Baş e di wan hevdîtinan de ji xeynî van êrişan êdî li ser çi axivîn, piştî van êrişan dê êrişên bi çi rengî pêk werin? Hikumeta Iraqê beramberî kîjan bazarê ev êriş erê kir?

Heke mirov li dem û çarçoveya êrişan binerê, xuya dike ku bi tenê ne karekî hevpar ê dewleta Tirk û hikumeta Iraqê ye, her wiha heta ku hêzên wekî DYA, Rûsya û NY’yê ku li herêmê siyasetê dimeşînin û destekê didin dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, van êrişan erê nekin, nikarin pêk werin.

Ji aliyekî din ve jî helbet NATO jî hatiye agahdarkirin ku endameke wê dê di nava sînorên dewleteke din de êrişên wiha li dar bixe. Jixwe ev 30 sal e NATO piştgiriyê dide êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk.

Mijara herî girîng jî, têkilî û tifaqa hikumeta Başûrê Kurdistanê ya ali gel dewleta Tirk e. Ne mimkun e ku haya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji van êrişan tune  be. Gelek caran dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser Mexmûr, Şengal û Hêrêmên Parastinê yên Medyayê û bi dehan Kurd hatin kuştin, lê belê ji serokwezîrê herêmê bigire heta gelek rayedarên din ên Başûr (nemaze rayedarên PDK’yî) bertek nîşanî wan êrişan nedan, bi ser de jî PKK tawanbar kirin. Bêguman vê rewşê hişt ku dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirinê berfirehtir bike. Dîsa teqez beriya van êrişan agahî dane rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê û erêkirina wan jî hildane.

Ji ber vê yekê jî ev êriş bi tenê ne ya dewleta Tirk a dagirker û qirker e, bi erêkirina gelek hêzan pêk hatiye û armanca vê ya sereke jî komkujiya li dijî gelê Kurd e. 

Heke mirov ji hinek aliyên din ve li dema vê êrişê binêre jî dê baş be. Doza cînayeta serokwezîrê Swêdê Olof Palme ya 34 sal beriya niha, bi dawî bû û aşkera bû tu têkiliya Kurdan bi wê cînayetê tune ye ku wê demê di ser vê bûyerê re Kurd krîmînalîze kirin, girtin, îşkence lê kirin û gelek mafên wan ji destê wan hildan. 

Di demekê de ku ji ber cînayeta Olof Palme siyaseten qirêjî yên li dij Kurdan ên li Ewropa û cîhanê tên nîqaşkirin, îstixbarata dewleta Tirk û Gladîoya navneteweyî tê lêpirsînkirin, Kurd li her derê dibêjin “ev doz divê neyê girtin”, delweta Tirk ev êrişên berfireh pêk anîn. Xuya ye ji bo ku rewşa ji bo Kurdan erênî, ji holê rakin û ji nû ve krîmînalîze bikin, ev dem hatiye hilbijarrin. 

Ji bo dema vê êrişê mijareke din a girîng jî, hevdîtin û nîqaşên di rojevê de yên têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurdan in.

Tê zanîn ku ev demek e li Rojava xebatên yekitiya Kurdan dewam dikin. Dewleta Tirk ji destpêkê ve li hemberî van xebatan helwest û dijminahiya xwe aşkera kir. Ji aliyekî ve qirkirina Kurdan dike armanc û ji aliye din ve jî xuya bû ku dê ji bo pêknehatina yekitiyeke wiha çi ji dest bê, bike. Dixwaze nokerên Kurdan sor bike, nakokiyên di nava Kurdan de kûr bike û rewşê ber bi pevçûneke navxweyî ve bibe. Jixwe ev demeke dirêj e bi bûyerên li Zînî Wertê komployan li dar dixe. Bi saya poîtîkaya hêmin a PKK’ê pêşî li pevçûnekê hate girtin, xebatên yekitiya Kuran ketin rojevê, her wiha Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê li dijî pevçûnên navxweyî sekinîn û li dijî lîstokên wiha yên demborî zext li partiyên siyasî yên Kurdan hate kirin.

Dewleta Tirk xwest pevçûneke navxweyî çêke lê yekitiya neteweyî kete rojeva Kurdan û raya giştî ya Kurdan û hemû aktorên civakî ji bo vê yekê tev geriyan, vê yekê jî planên dewleta Tirk têk birin û li hemberî vê yekê dest bi komployên nû kir.

Va ye  di demeke  wiha de pêkhatina êrişên bi vî rengî, têra xwe watedar in. Nemaze hek mirov pê bizane ku ev êriş bêyî haya hêzên herêmî û navneteweyî yên li herêmê nikare pêk bên, çarçove û xetereya vê komployê baştir tê dîtin.

Wê demê, tiştê ku li hemberî vê yekê bê kirin ew e ku hemû Kurd derkevin qadan û komployê têk bibin. Xirakirina vê komployê û konsepta qirêjî bi tenê bi berwedaneke topyekûn pêkan e. Divê gel bertekeke wisa nîşan bide ku nîşanî tevahiya cîhanê bide ku îradeya Kurdan nikarin teslîm bigirin.

ANHA


Mijarên Din