‘Êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li gorî peymana Cinêvê sûcên navdewletî ne‘

Lêkolîner û şêwirmendê têkiliyên navdewletî Elî Yihya bal kişand ku bûyerên darvekirina sivîl û leşkeran li gorî peymana Cinêvê ya çaran sûcên navdewletî. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk berpirsê sûcan li Barku û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di nav de sûcê qetilkirina siyasetkedar Hevrîn Xelef e.

Dewleta Tirk di êrişên xwe de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirin û sûcan der heqê sivîlan de pêk anîn. Çeteyên wê bi xwe ew binpêkirin belge kirin. Girêdayî vê mijarê lêkolîner û şêwirmendê têkiliyên navdewletî Elî Yihya axivî.

Yihya di destpêka axaftina xwe de îşaret pê kir ku bûyerên darvekirina meydanî çi der heqê sivîlan be an leşkeran be li gorî peymana Cinevê ya çaran sûcên navdewletî ne û got: "Li gorî qanûna 163-44 a 15 Çileya 1989`an destavêtin û kuştin bêyî dadgehkirin sûc in. Di vir de hêzên Tirkiyê ji bûyerên darvekirinê yên ku der heqê sivîl û şervanên QSD`ê de têne kirin berpirs e. Ez bi xwe bi bûyera înfazkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê  Hevrîn Xelef û sivîlan a li ser rêya navdewletî ya di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de ya ku Kombûna Ehrar El-Şerqiyê girtin ser xwe bandor bûm."

Elî Yihya bi bîr xist ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar anîn û ev tişt diyar kir: "DYA`yê di dîroka xwe de ji Hîroşîma, Nagazakî, Oxenda, Somal, Afganistan heya Iraqê herî zêde bi kar aniye. Hevalbendê wê jî Îsraîlê li Lubnan, Sûriyê, Xeza û cihên din bi kar anîn. Dîsa jî hêzên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî li dijî Yemenê bi kar tîne."

Lêkolîner û şêwirmendê têkiliyên navdewletî Elî Yihya anî ziman ku hevpeymana Soçiyê ya di navbera serokên Rûsyayê û Tirkiyê de sînorên ku hêzên Tirkiyê hewl dida bi êrişên xwe pêk bîne sînordar kirin. Her wiha diyar kir ku wergirtina artêşa Sûriyê parastina sînor dê diyaloga siyasî di navbera hikumeta Şamê û Hêzên Sûriye Demokratîk de xurt bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din