Riyad Derar: Eşîrên herêmê kiryarên ku armanca wan tevlîhevî ne red dikin

Hevserokê Meclisa MSD’ê Riyad Derar got: “Gelek alî li pişt hedefgirtina şêx û rûspiyên li herêma Dêrazorê ne. Dixwazin bi van kiryaran li herêmê alozî û tevlîvehiyê çêbikin. Em bi eşîrên herêmê re di nava têkiliyan de ne û hemû van tevlîheviyan red dikin.”

Di van demên dawî de li herêmên Dêrazorê rûspî û şêxên eşîrên Ereb tên hedefgirtin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Riyad Derar ku ji herêma Dêrazorê ye, ji ANHA’yê re axivî.

Riyad Derar di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Armanca hedefgirtina rûspiyên eşîrên herêma Dêrazorê çêkirina fitneyê ye. Kesên ku fitneyê dikin dizanin ku dê şêniyên herêmê tolê hildin û ew jî dê bibe sedema aloziyê. Bi vî awayî ev alî sûdê ji aloziya hindirîn digrin. Mînaka wê jî bûyera par a li Reqayê ye. Par şêx Beşîr El-Huwêdî hat hedefgirtin, bi wê re jî beriya çeteyên DAIŞ’ê vê sûcê hilde ser xwe, QSD hat tewanbarkirin. Ev tişt li Dêrazorê jî pêk tê, şaneyên veşartî pir in û jê sûdê digirin."

TILIYÊN KU KOMPLOYAN DIHÛNIN GELEK IN

Derar wiha domand: "Gelek alî li pişt sûcên qetilkirinê ne. Ji wan hinek girêdayî rejîma Sûriyê û hinek jî girêdayî opozîsyonê ne. Bi wê re jî tiliyên ku van komployan dihûnin gelek in û sûdê ji vê yekê digirin. Ji ber tevahî komplo li dijî projeya avakirin, geşkirin û aramiya li herêmê ne. Ji ber projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan aliyan ditirsîne, hewl didin zirarê bidinê.”

Derar diyar kir ku hin milîs û wêrankerên rejîma Sûriyê hene ku dixwazin bi hedefgirtinan fitneyê di nava pêkhateyan de çêbikin û wiha axivî: “Her wiha bi rêya meclisa eşîreyên girêdayî dewleta Tirk, tevlîheviyê çêdikin.”

GEFÊN LI DIJÎ ŞÊNIYÊN EŞÎREYAN

Derar derbarê rewşa eşîrên li Dêrazorê wiha got: “Em bi şêniyên herêmê yên ku nûnertiya eşîre û qebîleyên li herêmê dikin re têkildar in. Piraniya wan van kiryaran red dikin. Eşîr dibêjin ku gef li wan tên xwarin. Ji ber danûstandinên wan bi Rêveberiya Xweser û meclisên herêmê re hene. Her wiha pêdiviya wan bi parastinê heye. Bi daxuyaniyan û li mizgeftan gefan li kesên bi Rêveberiya Xweser re di nava danûstandinê de ne, dixwin. Şênî ji şaneyan ditirsin ku ji nişkan ve derkevin û aramiya herêmê têk bibin.”

ROLA ASTANAYÊ

Derar axaftina xwe wiha domand: “Divê em rola Astanayê ku li ser wêrankirina herêmê li hev kirine, ji bîr nekin. Her wiha Rûsya dixwaze herêmê bixe di bin kontrola rejîmê de. Dewleta Tirk jî dixwaze bi hevkariya bi Rûsyayê re herêman dagir bike û Îran jî tevliheviyê li herêmê çêdike. Daxuyaniya dawîn a Astanayê, tê de bang li wêrankirina rêvebirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Îdea dikin ku rêveberî dixwaze herêmê parçe bike. Li belê herkes dizane ku şêniyên herêmê ji bo Sûriyeke hevgirtî û azad dixebitin. Lê belê bi rêbazeke nû ku xwe dispêre nenavendî û demokrasiyê. Her wiha xwe dispêre parastina mafên tevahî pêkhateyan. Divê li dijî van kiryaran şêniyên herêmê yekîtiya xwe ava bikin û ji lîstokan baldar bin.”

Riyad Derar wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em bang li tevahî rûspiyên eşîran dikin ku dûrî kiryarên tevliheviyê bin, nekevin xefka rejîm û dewleta Tirk. Giringiyê bidin  aramiya herêmê û piştevaniya Rêveberiya Xweser. Em bang li ciwanan jî dikin ku serê xwe li hember kiryaran rakirin, beriya hestiyariyê xwe bispêrin analatîkê. Ji ber hûn stûnên welat in, divê bi avakirinê mijûl bibin, ne bi xerabbûn û hilweşandinê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din