​​​​​​​Riyad Derar: Şer dê hêzên tundraw xurt bike-3

Riyad Derar got: “Projeya Erdogan (Osmanî) lihevkirinên navdewletî derbas dike, lê wê têk biçe û bi parçebûna Tirkiyê bi encam bibe. Koalîsyoneke nû bi serokatiya Rûsya heye armanca wê hêzên Amerîkayê ji herêmê derxîne. Dê ev yek hêzên tundraw li herêmê xurt bike.”

Li herêmên Rojhilata Navîn di demên dawî de aloziyek mezin rû daye. Ya herî girîn projeyên dewleta Tirk a firehbûna li Rojhilata Navîn. Ev proje rastî nerazîbûna herêmê û navdewletî hat. Piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a Îran Qasim Suleymanî alozî di navbera Tehran û Washingtonê de careke din derket, tevlî îhtîmalên rûdanên şer, lê rewş dîsa vegeriya aramiyê.

Hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Riyad Derar  di beşê sêyemîn û yê dawî yên di hevdîtina xwe de ya li gel ajansa me re geşedanên dawî û siberoja herêmê nirxand.

‘PROJEYA ERDOGAN A OSMANÎ LIHEVKIRINÊN NAVDEWLETÎ DERBAS DIKE‘

Derar di destpêka axaftina xwe de îşaret bi projeyên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Hikûmeta Tirk ji projeya laîk a li Tirkiyê sûd wergirt û bi rûyê îslamî xwe derxist pêş. Ne ji vê laîkbûnê bûya tu kesekî misliman nedikarî bighêje hukmê li welatekî mîna Tirkiyê. Pergala Laîk derfet  dide her kesî û heta misilmanan  ku bighêjin hukmê. Ev tiştekî baş e di pergala laîkê de. Projeya laîk projeya dewletê ye, lew ra divê Tirkiyê di nava sînorê welatê xwe de be, ji ber ku lihevkirinên navdewletî îmze kir û sînorê xwe li gorî lihevkirinan  xêz kir. Lê îro hewldana vejandina projeya Osmanî heye ku lihevkirinên navdewletî derbas dike. Ji ber vê yekê em dibînin ku Tirkiyê qala Peymana Millî dike da ku berfirehbûna Osmanî berdewam bike."

Derar anî ziman ku projeya AKP û Erdogan projeyek nû armac jê mêtîngerkirina herêmê bi navê dîrokî ye, ev yek destpêkê herêmên derdora Tirkiyê dixe xeteriyê piştre dê bandoreke neyinî li Tirkiyê bike ku dê têk biçe û Tirkiyê parçe bike, ji ber ku projeya Erdogan projeyeke binkeftî ye û aqûbeta wî dê mîna aqûbeta Sedam Husên û Qezafî be heger ji van projeyan paş de vengere û siyasetên wê yên xiyalî dê berdewam neke.

‘EWROPA JI BERTEKÊN TIRKIYÊ DITIRSE‘

Hevserokê MSD‘ê di nirxandinê xwe yên der barê helwesta Ewropayê ya ji projeyên Erdogan de wiha axivî: "Dewletên Ewropa di nîqaş û hevdîtinên xwe de nêrîneke zelal nedan. Lê hin nîşane ji hêla wan ve hene. Ewropî ji ber van siyasetan dê gelek ziyanan bibînin. Ewropa ji hewleta Tirkiyê ya li beramberî xwe ditirsin, her wiha dosyaya penaberên li Tirkiyê û pêla penabertiya a ber bi dewletên Ewropayê ve heye. Şerê Tirkiyê yên li ser sînorên welatên cîranê û yên dûr ev hemû dosya Ewropa tevlihev dike û bi awayekî yekser bandorê lêdike."

'MISIR ŞERÊ PROJEYA ÎXWAN DIKE DA KU HEBÛNA DEWLETÊ BIPARÊZE'

Der bare Misirê de Derar got: "Misir ji mûdaxeleyên Tirkiyê gelek ziyan dît. Misir piştgiriya Tirkiyê ya bi Îxwan El-Muslimîn qebûl nake. Wekî hûn dizanîn koma Îxwanan desteka xwe ji Tirkiyê û hin welatên din digire. Îro şerekî mezin ji aliyê dewleta Misirê ve li dijî Îxwanan heye da ku hebûna dewleta xwe Misirê biparêze. Projeya Îxwan El-Muslimîn ne projeya dewletê ye, lê projeyeke mezin e hemû herêmên erebî di nav xwe de digre, pergala wan wiha ye.

Misir jî dewleteke kevin li Rojhilata Navîn e û xwedî dîrokeke qedîm e ji bo parastina projeya xwe ya dewletê li hemberî hemû proje û alîgirên wê yên ku herêmê dixwe xeteriyê şer dike."

'AMERÎKA HEWL DA PROJEYA ÎRANÊ BIHEWÎNE Û SÛDÊ JÊBIGIRE'

Riyad Derar di berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser nakokiyên Îran û Amerîkayê û wiha domand: "40 sal in nalokiyên Amerîka û Îranê hene, di van salan de Amerîka nikarî Îranê bihewîne, Îran jî nedikarî ajnîdeyên xwe pêk bîne wekî çawa dixwest. Lê xizmeta Amerîkayê kir dema ku lihevkirineke derbarê dosyaya nuklerî de hebû."

Derar got: "Îraniyan kaxezên xwe li herêmê amade kir û bi awayekî mezin pêşketin, ji aloziya di çarçoveya Buhara Erebî de derket sûd wergirtin, Yemen derbas kir û derbasî Sûriyê bû da ku destekê bide rejîmê. Ji şerê Amerîkayê yê li dijî Sedam Husên û ketina hukmê wê ve li Iraqê ye. Îranî di rêya Hizbullah de li Lubnanê ne bi navê cûda li herêmê ne. Armanca Îranê hîlala Şîayê xêz bike da ku herêmên heta Deryaya Spî serwer bike."

Têkildarî rastiya vê nakokiyê Derar got: "Amerîka di vê mijarê de bû alîkar û helwesta Îranê nêzîk kir. Lê li Amerîkayê jî siyasetên wê yên cûda hene, demokrasiya li Amerîka ji siyasetê diqulibe yek din, serok têne guhertin, ji ber vê yekê siyaseta Amerîka ya bi Îranê re guherî, lê ti carî hewl neda projeya Îranê tine bike, berovajî wê dixwaze projeyê hembêz bike û di demên pêş de di berjewendiyên xwe yên li Asyayê de bi kar bîne ji ber ku Amerîka hebûna wê li herêmê dipejirîne da ku ji bo Îsraîlê biparêze."

Derar bi domdar got: "Projeyên wekî din ên Amerîka li Asya û Çînê hene, hebûna Îranê wekî hevkarekî bi fikar ji bo vê projeyê li van herêman pir girîng e. Hêviyên Îranê jî hene, Amerîka nikara hêviyan pêk bîne, dixwaze ku hêvî hundirîn be ne mêtîngerî be. Ev heman hêviyên Tirkiyê yen ji ber lewazbûna dewletên erebî û projeyên wê."

'Koalîsyona nû ya Bexdayê bi serkêşiya Rûsya da ku Amerîka ji herêmê derxîne'

Der barê mijarê de Derar got: "Aloziya dawî ya di navbera Îran û Amerîkayê de yek ji hewldanên Îranê ye da ku hêzên Amerîka ji herêmê derxîne. Ji ber ku Îran hebûna Amerîka li pêşiya hêviyên xwe yên derve wekî kelem dibîne, ev yek piştî ku helweta Îranê ya xurtir bû ji ber avakirina koalîsyona Rûsî îranî Tirkiyê li Astana û Soçiyê. Em vê koalîsyonê bi navê Koalîsyona Nû ya Bexdayî bi nav kir. Armanc jê derxistina hêzên Amerîka ji herêmê ye. Ev koalîsyon dişibe ya Bexdaya Kevn ku wê demê ji aliyê Amerîka, Tirkiyê û Îranê ve hate çêkirin da ku bi serkêşiya Amerîka Yekîtiya Soviyetê dorpêç bike û derxîne, lê îro rewş guherî û armanc zîvirî derxistina Amerîka bi serkêşiya Rûsyayê."

Derar her wiha bal kişand ku "Xistina Îran a ji balafira Amerîkayê û hedefkirina keştiyên petrolê yên di deryayê de û hedefkirina sefaretxaneya Amerîka ya li Bexdayê ev hemû bûn kaxezên fişarê yên Amerîka li ser Îranê ku wê wekî dewleteke êrişkar û şermezarkirî bi nav kir. Kuştina Qasim Suleymanî ji hêla Amerîka destpêka gûrbûna Amerîkayê bû ku wekî bersiva ji êrişên berê hat, di heman demê de peyameke diyar ji Amerîka ji bo Îranê bû naveroka wê ew e ku heger Îranê van kiryarên xwe nesekîne wê Amerîka aloziyê girantir bike, peyam gihaşt Îranê ji ber vê yekê me dît çend moşekên xeyalî ji aliyê Îranê ve li dijî hêzên Amerîka yên li Bexdayê hatin avêtin, piştre herdu alî diyalogên nû pêk anîn em dikarî vê aloziyê wekî "Pesindayîna dijminan" wesif bikin."

'ŞERÊ CÎHANÊ HEYE, NE JI BERJEWENDIYÊN TI KESÎ YE'

Li ser rûdana şerekî nû yê cîhanê Derar got: "Şerê cîhanê negihaştiye tevahî herêmên cîhanê, lê gelek dewletên cîhanê li herêmên diyar beşdarî şer bûne. Wekî em îro li Sûriyê û herêmên Rojhilata Navîn dibînin ku şerekî cîhanê li gelek herêman heye. Dibe ev şer û nakokî bi diyarkirina encamên guhertina şeklê van herêman û lihevkirinan li ser parçekirina wan li gorî berjewendiyên aliyên bi nakok bi dawî bibe an jî wê şer bighêje deverên din. Lê heta niha nîşane an jî planên berfirhebûna qada şer tunene. Niha rêveberiya aloziyê heye, lê ne diyar e ku dê heta kengî dewam bike, mijar girêdayî asta beşdarbûns çalakiyên li herêmê, berfirehbûna şer di navbra wan de û asta ziyanên ku di bighêjin dewletên mezin ên di vî şerî de girêdayî ye."

Riyad Derar hişyariya rûdana şerekî nû da û wiha pê de çû: "Her çiqasî şer hebe wê teror û tundrawbûn hebe, ji ber ku hêzên tundraw di atmosfêrên şer de geş dibin, di encamê de dê şer berfirehtir bibe, lê ev ne ji berjewendiyên cîhanê ye. Her wiha dê şer bighêje herêmên ku ziyan nedîtin. Li ser vê yekê divê ewropî, amerîkî û rûs ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin, ji ber ku heger şer berdewam bike dibe ku bighêje herêmên di bin rêveberiya Yekîtiya Soviyetê de."

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PROJEYEK HEYE DÊ BI HILEVKIRINA RASTEQÎN A DI NAVBERA GELÊN HERÊMÊ DE BI ENCAM BIBE'

Girêdayî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora naokiyên navdewletî hevserokê MSD'ê Riyad Derar got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê çareseriyekê ji pirsgirêka vê herêmê bibînin, çareserî divê li gorî xwendineke dirust be da ku bighêje lihevkirinan di navbera şêniyên herêmê de."

Derar her wiha got: "Di pêvajoya heyî de pêşniyar hene, jê wan metoda Rojhilata Navîn ya nû ya li ser esasê rêveberiya aloziya wêrankirî anî jî aloziya afirandî, di her du aliyan de em ji vê krîzê dixwazin sîstemeke nû biafirîne ku ji sîstemên berê yên di destpêka sedsala 20'î de derketine pêşketîtir be û mafê gelan ên dîrokî û hebûnê mîsoger bike. Ya ku niha rû dide xêzkirina rêveberiyên nû bi siyasetên nû ne, dibe ku berdewama vî şer bibe sedema encam û guhertinên nû di herêmê de. Dibe mezhebî an jî netewî be, lê ev wê ne li gorî berjewendiyên tu kesî be. Projeya biratiya gelan û netewa demokratîk projeya rasteqîn e ku dibe sedema bidestxistina lihevkirinek rastîn di navbera gelên herêmê de."

ANHA


Mijarên Din