Riyad Derar: Tirkiye santa civaka navnetewî dike

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar got: “Êrişên artêşa Tirk berdewamiya hevpeymana sêalî ya Astanayê ye, li gel vê yekê xwedan gelek nuqteyan e û ya herî girîng; derxistina Amerîka ji herêmê û serwerkirina kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê tê de ye.”

Bi rasthatina sêyemîn salvegera êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê, ku di 20‘ê Çileya 2018`an dest pê kir, Meclisa Sûriya Demokratîk panelek ji kesayetên bijarde û kesên civaknas ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir. Panel bi silogana "Efrîn deriyê çareserî û aşîtiya Sûriyê"bi rê ve çû.

Panel li hola Zana ya bajarê Qamişlo û bi beşdariya kesayetên welatparêz, civaknas, rûspiyên eşîr, êlên erebî û kurdî, rêxistinên jinan û ciwanan û hevserokên MSD`ê Riyad Derar û Emîna Umer bi rê ve çû.

Panel ji aliyê hevserokên MSD`ê Riyad Derar û Emîna Umer hate birêvebirin. Riyad Derar got: “Êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser esasê hevpyemanên navdewletî nexasim hevpeyama Astanayê gelek herêm dagirkirine şermezar kir.”

Riyad Derar diyar kir, ku artêşa Tirk piştî êrişên li dijî Efrîn berdewam kirin û  9’ê Cotmeha 2019`an li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êriş pêk anîn, ev jî isbata berdewamiya hevpeymana sêalî ya Astanayê ye.Derar got, ku hevpeyman amaje bi gelek xalan dike, ji wan derxistina Amerîka ji herêmê û da ku civaka navdewltî santaj bike, dixweze girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê tê de serwer bike.

Riyad Derar di berdewamiya axaftina xwe de got, ku hewldanên dawîn ên rejîma Sûriyê yên li herêmê, anku civînên Mudîrê Buroya Ewlekariya Neteweyî Elî Memlûkî bi armanca parçekirina pêkhateyên herêmê û têkbirina projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê ye.

Piştî hevserokê MSD`ê axaftina vekirina panelê bi dawî kir, mafê axaftin û gotûbêjan da beşdaran. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Sûriyê, ku ew jî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî misoger dibe, li gel vê yekê MSD`ê stratejiya demê diyar bike.Beşdaran îşaret bi hêzên Sûriya Demokratîk kir û gotin, parastina pêkhateyên herêmê dikin, lewma piştgirî û xurtkirina hêzê erka me tevan e.

Piştî panel bi dawî bû Riyad Derar ji ajansa me re axivî û got, panelên wiha ji hevgirêdana gelan girîng e, divê em li gel guhdarî bikin, pêşniyarên wan nas bikin û geşedanên dawîn ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parve bikin.

Derbarê plansaziyên têkildarî derxistina artêşa Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad Derar wiha anî ziman, di pêngaveke wiha de rêxistinkirina civakê xaleke girîng e, li gel vê yekê da ku hîn zêdetir nêzî hêzên li herêmê aktîf bibin. Derar got, ku xala herî girîng parastina hezên me yên li herêmê ye.

Têkildarî girîngiya nêzîktiya ji hêzên li herêma Sûriyê re Riyad Derar wiha got, derbasbûna dewleta Tirk ji herêmê re bi îşareta navdewletî ye û di encamê de divê bi hemû hêzên bûne sedema derbasbûna dewleta Tirk ji herêmê re hevdîtinan pêşbixin û bi vê yekê Tirkiyê ji herêmê derbixin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din