Riyad Derar: Têkiliyên navneteweyî bi QSD’ê re li ser esîran ava bûne

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar tekez kir ku têkiliyên navdewletî bi QSD’ê re têkildarî çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî ne û li ser esas û rêgezên esîran in.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar behsa çaranûsa bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ku di şerê li dijî çeteyan de ji aliyê QSD`ê ve hatine girtin, kir. Hejmareke zêde ji çeteyan li nuqteya herî dawî ya çeteyan li Baxozê xwe radestî QSD`ê kiribû.

Çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî, ji gelek welat û dewletan in, ji wan hejmareke mezin ji jin û zarokan hene. MSD`ê gelek caran bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin, lê ew dewlet wergirtina çeteyan red dikin.

Ji ber wê diviya ku bang li civaka navdewletî were kirin da ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ava bibe. Heta niha nîqaş li ser vê mijarê di asta navdewletî de û girêdayî cih û qanûnên wê têne kirin.

Riyad Derar di axaftina xwe de wiha got: "Çeteyên DAIŞ`ê gelek sûc pêk anîne û armanc ji avakirina dadgehê, avakirina pergalekê ye ku edaletê li ser esîran pêk tîne. Têkiliyên navdewletî der barê çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê de li ser esas û rêgezên esîran in.”

Her wiha Derar  diyar ku tu sûc der barê wan de nehatine kirin lê ji bo darizandina wan ew bi israr in ku zagonên dadmendî pêk werin. Derar got hîna nîqaş bi aliyên navdewletî re têne kirin, dibe ku dadgeh Sûriyê bin yan jî navdewletî bin, lê şeklê xwe yê dawî hîn nehatiye diyarkirin, ji ber ku lêkolîn dewam dikin.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûnên ku mercên cezayê adil pêk tînin, hene. Lê hîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewabûna ku tê xwestin negirtiye da ku bi navê dewletê ceza bibire."

(şx)

ANHA


Mijarên Din