`Rizgarkirina Girê Spî ji Kobanê destpê kir`

Şahiya salvegera 4`an a rizgarkirina kantona Girê Spî ji çeteyên DAIŞ`ê bi axaftinan berdewam e. Heta gotin ku rizgarkirina Girê Spî ji Kobanê destpê kir.

Şahiya mezin a ku Meclisa Kantona Girê Spî bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirina kantonê ji çeteyên DAIŞ`ê organize kiriye bi deqeyek rêzgirtin û torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD, Erka Xweparastin, Polîsa Leşkerî û Hêzên Asayîşê ve destpê kir.

Piştre axaftin hatin kirin. Ji fermendarê QSD`ê Cemîl Mezlûm axivî û got: "Em vê roja dîrokî li malbatên şehîdan û şervanên tevahiya hêzên leşkerî YPG, YPJ yên ku tev li berxwedan û rizgarkirina kantonê bûne pîroz dikin."

Mezlûm wiha domand: "Ji bajarê şehîdan ji Kobanê  bi hêzên  ku ji tevahiya pêkhateyên bakurê Sûriyê pêk te, me dest bi rizgarkirina Girê Spî kir û herêmên din ên Sûriyê. Me şerê bi hêztirîn rêxistinên terorê li cîhanê kir."

Cemîl Mezlûm destnîşan kir ku ji ber serkeftinên dîrokî yên ku hêzan bi destxistine, QSD`ê hate avakirin.

Piştre hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivî û şehîdan û malbatên wan bi vê boneyê pîroz kirin.

Hêvîn wiha domand: "Di 15`ê Hezîrana 2015`an de bi saya hêzên me,  tartiya DAIŞ`ê bi dawî bû û herêmên me rizgar bûn."

Di dawiyê de Hêvîn soza parastina destkeftiyên şehîdan ji dagirkeriya Tirk û terorê da û got, gelê herêmê li hember her terorekê bibin yek.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi axivî û şêniyên Girê Spî bi vê boneyê pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya şehîdan herêm rizgar bû.

Di şahiyê de  helbestvan Fewaz El-Rekan helbestên xwe girêdayî boneyê vegotin.

Şahî bi axaftinan û pêşkêşkirina berhemên hunerî ji hêla tîmên Navenda Çand û Hunerê ve ya Girê Spî berdewam e.

(şx)
ANHA


Mijarên Din