‘Rizgarkirina Girê Spî ji me re bû rojbûneke nû’

Pêkhateyên Girê Spî amadekariyên pêşwazîkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina kantona Girê Spî ku di 15`ê Hezîrana 2015`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin, dikin. Şêniyên bajêr got rizgarkirina Girê Spî ji wan re bû rojbûneke nû.  

15`ê Hezîranê salvegera 4`emîn a rizgarkirina bajarê Girê Spî ye. Girê Spî beriya 4 salan ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve, piştî çend salan ji dagirkeriya çeteyan, hat rizgarkirin.

Girê Spî bi pirrengiya xwe tê nasîn. Pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi hev re lê dijîn. Pêkhateyên bajêr bi minasebeta rizgarkirina bajêr ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku roja rizgarkirina bajêr ji wan re bû rojbûneke nû.

Welatiyê bi navê Tirkî Xelîl ji pêkhateya Tirkmen e û ji bajarokê Hemam Tirkmen e. Xelîl got: “Rizgarkirina Girê Spî ez li jiyanê vegerandim. Di demên berê de, bi tabyet di dema serweriya komên çekdar de em hatibûn paşguhkirin. Îro jî em dibînin ku di hemû aliyên xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û ewlehiyê de pêşketinên dîrokî çêbûne."

Tirkî Xelîl destnîşan kir ku li kantonê azadî heye, pêkhateyên Tirkmen piştî rizgarkirinê azadiya xwe bi dest xist da ku bi pêkhateyên din ên Kurd, Ereb û Ermen bibin yek.

Tirkî Xelîl "roja dîrokî" li tevahî gelên kantona Girê Spî pîroz kir û hêvî kir ku kanton baştir bibe, hezkirin û hêvî di nava gelê wê de were avakirin da ku ber bi başbûnê ve biçin.

Girêdayî mijarê Mistefa Elî yê ji şêniyên bajarê Girê Spî û ji pêkhateyên Kurd keyfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina bajêr wiha anî ziman: “Rizgarkirina bajarê Girê Spî ji bo me rojbûneke nû ye û bi taybet em weke pêkhateyên Kurd ku me gelek zor û zehmetî ji ber komên çete û DAIŞ`ê, kişand. Em koçber kirin. Zarokên me kuştin. Me tu carî xeyal nedikir ku em ê rojekê li warê xwe vegerin."

Mistefa Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi saya şehîd û şeranên YPJ/YPG`ê em li warê xwe vegeriyan. Em dibînin ku bajar gelekî hatiye guhertin. Hezkirin û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de heye. Her wiha bi saya hêzên me yên leşkerî em bi ewle dijîn."

Wela Mihemed a ji pêkhateyên Ereb, destnîşan kir ku di aloziya Sûriyê de jin hatibû paşguhkirin û wiha axivî: “Jin ji mafê xwe yê herî biçûk hatibû mehkumkirin. Di serî de mafê ku çawa nêrîna xwe bîne ziman, di nava dîwarên malên de hatibû hiştin. Lê piştî rizgarkirinê jinan roleke sereke di qadên şer, aliyên siyasî û saziyan de girt. Jinan hemû mafên xwe bi dest xistin."

Mîkayîl Mihemed ê ji pêkhateya Kurd jî wiha axivî: “Dema ku em ji aliyê DAIŞ`ê ve neçarî koçberiyê bûn, me gelek zehmetî dîtin. Îro piştî Girê Spî bi saya lehengên me hate rizgarkirin, tarîtî rabû û bajar bi rengê jiyanê hate xemilandin."

(bx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din