RJAK’ê dijî êrîşên ser jinan daxuyanî da

Rêxistina Jiyana Azad ya Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyek derbarê êrîşên li dijî jinan de da. RJAK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Kurdistanê AKP û MHP`ê li dijî jinan şer dimeşînin. RJAK`ê da zanîn ku tecawîz bûye nasnameya rejîma AKP û MHP’ê. Rejîma faşîst ji bo hemû jinan xeteriyek mezin e. RJAK’ê bang li hemû jinan kir da ku li hemberî êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin.

Daxuyaniya RJAK`ê wiha ye;

“Jin bi taybet jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li sedsala 21’an danî. Têkoşîn û biryarbûna jinan tirs û xofeke mezin xistiye nava dilê pergala kapitalîst. Pergala kapitalist bi her awayî di nava kirîzek mezin de ye. Dixwazin kirîza heyî bi politikayên nijadperest û zayendperestiyê çareser bike. Pergala otorîter û faşîst herî zêde bi politikaya dijberiya jinan dixwazin li ser lingan bimine. Mînaka vê li hemû welatiyên cîhanê bi politikayên cûda pêk tên. Li hemû cîhanê, dijbertî û dijmintiya jinan bilind bûye. Bê guman sedema vê dijmintiya jî, bi têkoşîna azadiya jinan ve girêdayî ye.

Jin bi têkoşîna azadiyê rengê xwe didin sedsalê. Xemên pergala kapitalist û baviksalarî dihejînin. Sîstema kapitalist li hemberî vê rastiyê dixwaze bi çanda qirkirinê, jinan têk bibe.

Dijbertiya jinan kuştin û tecawîza li ser jinan hatiye ferzkirin, bi vê politikayê ve girêdayiye. Ev rewş ne  pirsgirêkek civakî ye, ne jî çawa didin xuyakirin pirsgirêkeke di navbera jin û mêran de ye.
Hedefkirina jinan, kuştin û tecawîza ser jinan politikaya dewletê bi xwe ye. Li hemû cîhanê rejimên dîkdator û faşîst hemberî jinan şer dikin.
Rejima faşist a AKP û MHP’ê berdevkiya vê politikayê dikin. Bi zihniyeta DAIŞ`ê dixwazin jinan bi rêve bibin û vê politikayê li hemberî hemû jinên rojhilata navin pêkbînin. Li Kurdistanê AKP û MHP`ê  şer li dijî jinan dimeşînin.
Rejima faşîst rêxistina azadiya jinan ji xwe re kiriye hedef, bi her alî ve êrîşî jinan dike. Ji bo ku jinan bê pêşeng û bê rêxistin bihêle. Li hemberî tevgera azadiya jinan komkujiyan pêk tîne. Komkujiyên Parîs, Silopi û Kobanê bi vê politikayê ve girêdayî ye. Her wiha girtin û serdegirtina saziyên jinan jî bi vê polîtîkayê ve girêdayî ye. Rejîma faşîst bi vê polîtîkayê dixwaze di şexsê jinan de vîna gelê Kurd bişkîne.

Li Bakurê Kurdistanê di rojên dawî de êrîşên li dijî jinan zêde bûne. Bê guman ev êrîş bi politikayên dagirkerî û qirkirinê ve girêdayi ye. Her wiha kurkirina wan êrişan bi dagirkirina Başurê Kurdistane re zede bûye, pergala faşist li hemberî  jin û zarokên Kurd tecawîz û tacîzê weke rêbazaşerê taybet bi kar tîne. Li hemberî jinan polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Tecawîz bûye nasnameya rejîma AKP û MHP’ê. Rejîma faşîst ji bo hemû jinan xeteriyeke mezin e.

Em weke RJAK`ê li hemberî van polîtîkayên kuştin, tacîz û tecawîza sîstema kapîtalîst, em ê têkoşîna jinan li hemû qadan mezin bikin û li ber xwe bidin. Bi têkoşîna xwe pêşengiya jiyana azad bikin. Em ê li hemberî sîstema faşîst û dagirker bi vîna ku bi aqil û dilê jinan xurt bûye, li ber xwe bidin.

Em serî de bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê dikin ku li hemberî kuştinên jinan dengê xwe bilind bikin. Wê jin bi serkevin û azad bibin.”


Mijarên Din