Rêjeya zirarên lehiya li kantona Qamişlo

Ji ber lehiya ku li kantona Qamişlo rabû, ziyan gihîşt zêdetirî 700 malan û 70 piran. Herî zêde zirar gihîşt navçeyên Çilaxa, Tibespiyê, Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak û bajarê Dêrikê û gundewarên wê.

QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Di dawiya meha Adarê de, li herêma Cizîrê baran bi dijwarî bariya û bû sedema lehiyê. Ji ber wê ziyan gihîşt gund û navçeyên kantona Qamişlo. Li gorî Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo rêjeya ziraran wiha ye:

Navçeya Çilaxa û bajarokên wê:

Bendava navçeyê di xeteriyê de bû, tîmên pispor tedbîr girtin û pomb û hemû deriyên wê vekirin û pirsgirêk çareser kirin. Ji ber baranê pira sereke ya gundê Kêşikê yê navçeya Girkê Legê rûxiya û rêya di navbera gundan û pira Badyan, Lodika, Pakrewan û Partîzan hatin girtin. Her wiha pira gundê Kênco ya bajarokê Abîra yê Çilaxa rûxiya.

Bajarê Dêrik

Di encama barana dijwar de asta ava bendava Borzê bilind bû. Tîmên pispor û beşa berhemên avê mudaxele kir û nehiştin ku zirar bigihêje bendavê. Di heman demê de pirên Zihriya, Rîhanîk, Birk, pira di navbera gundên Xirab Reşk û Zihriyê û rêya Sêmalkayê de ziyan dîtin. Her wiha ziyan gihîşt pira Bana Qeser a girêdayî bajarokê Eyn Dîwar û li gundên Girê Şêra gelek mal ketin û pira gundê Kerbelat rûxiyan.

Navçeya Girkê Legê

Ziyan gihaşt pira gundê Delavê Kera yê bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê û xeteke petrolê şikest, ji ber vê yekê petrol derbasî kolanan bû ta ji aliyê Rêveberiya Rimêlan ve hate paqijkirin.

Navçeya Tirbespiyê

Ji ber baran û lehiyê ziyanên sivik gihaştin pira gundê Hemara, Gelê, Kibêba, pira bajaroka Til Marûf, her wiha 8 mal ketin.

Navçeya Til Hemîs

Di encama baranê de zêdetir 100 mal hilweşiyan, beriya ku hilweşin, hatibûn valakirin. Ji gundên Sifûk, Xirbe Ihêmer, Beşo, Rezqa, Hesen El-Necim, Til Haman, Xirbe Fida, Ekreşê, Sefana, Qadisiyê, Til Ihêmer, Muntesirîn, Ebtex Salim û Begariyê yên bajarokê Cezayê 15 malan ziyan dîtin.

Ji bajarokê Ebû Cirn jî gundên Cesî Almî, Cesiya Mezin, Waziyê, Xirebe Umer, Mezreya Xirbe Umer, Meştel, Zûma, Tûlkerem, Henwa, Belqîs, Dabûliyê, Xişa, Medo û Ferhaniyê ziyan dît. Ji gundên navborî de 70 malbat hatin derxistin û li dibistanên Ehmed Silêman, Zuhdî Selo, Henwa, Ebû Cirin û Tayîf hatin bicihkirin. Şênî tevî sewalên xwe bi hevkariya şaredariyan ji gund hatin derxistin û di dibistanan de hatin bicihkirin. Her wiha gundê Dabûliyê bi temamî ji niştecihên wê vala bû, gundê Cesî ji sedî 80, gundê Xirbe Umer ji sedî 90 û gundên din ji sedî 25 ji niştecihên wê hatin valakirin û li gundên Ûkaz, Terahiyê, dibistana Tenek û Tufahiyê hatin bicihkirin.

Navçeya Til Koçer

Ji gundên girêdayî bajarokê Xirbe Bîr ê Til Koçerê 423 malan ziyan dît ku malên wan hilweşiyan û sewalên wan winda bûn. Li bajarokê Kirêfatî jî 116 malbatan ziyan dîtin.

Navçeya Amûdê

Li navçeya Amûdê hindek mal hilweşiyan û ziyanên madî çêbûn.

Di dema lehiyê de hemû komîteyên awarte yên şaredariyan  bi desteka sazî, hêzên leşkerî û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetan destek dan.

Li gelek deveran rê, pir û bendav hatin sererastkirin, her wiha bi hevkariya Buroya Kar û Barên Rêxistinan madeyên xwarinê, nivîn û pêwîstiyên rojane ji mexdûran re hatin şandin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din