Rêjîm li gundewarê Hemayê bi pêşde diçe

Balafirên şer ên Rûsya û rejîma Sûriyê carek din êrîşî gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê kirin. Rejîma Sûriyê 7 bajarok û gund xist bin kontrola xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Rûsya 14 êrîş li ser herêmên bajarokê El-Hebît, gundê El-Qsabiye yên gundewarê başûrê Idlibê, gundê El-Şerîe yê gundewarê bakurê rojavayê Hemayê kirin. Navendê diyar kir ku di heman dema bombebaranê de li derdora El-Şerîayê şerên dijwar di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Heyet Tehrîr El- Şam ên girêdayî Tirkiyê de rû dida.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan her wiha ragihand ku Rejîma Sûriyê ji sibeha ve, piştî vekişîna Heyet Tehrîr El-Şam  7 bajarok û gund xistine bin serweriya xwe. Gund û bajarok ev in; Keleha Medîq, Kirkat, Til Hewaş, Tiwêne, Şerîa, Şêx Idrîs û Bab El-Taqa yên girêdayî El-Xab ê li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê û çiyayê Şehşbo li gundewarê rojavayê Hemayê.

Ji aliyekî din ve hate ragihandin asta êrîşên hawayê bi temamî ji saet 09:00`an sibehê ve ji bilî êrîşên balafirên Rûsyayê li ser gundê El-Inkawî yê li Sehil El-Xab ê dikeve bakurê rojavayê Hemayê rawestiye. Her wiha asta topbarana bejahî bi awayekî mezin paşde çûye, tenê hêzên Rejîma Sûriyê dem demê topan davêjin gundewarê Idlibê.

(şx)


Mijarên Din