Rêjîma Sûriyê dibistan li hember zarokên Efrînê girt

Hêzên rejîma Sûriyê îro deriyên dibistanên gundên Aqîbe û Soxinekê yên navçeya Şêrawayê li hember zarokên Efrînê girtin. Sedem zimanê dayîkê bû. Li ser wê şêniyan li ber dibistanan li hember wan binpêkirinên çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Hêzên rejîma Sûriyê xwendekar ji dibistanên gundên Aqîbe yê navçeya Şêrawayê derxistin û nehiştin ku bi zimanê Kurdî fêr bibin. Her wiha materyalên xwe li ser gundên navçeya Şêrawayê ferz kirin,

Li ser wê bi dehan şênî li ber dibistana gund kom bûn da ku nehêlin  hêzên Rejîmê mudexele bikin û dibistanê bigirin.

Ev ne cara yekê ye ku rêjîma Sûriyê vekirina dibistanan qedexe dike.

Ji dema ku şêniyên Efrînê ji ber dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, ji warên xwe derketine û li kantona Şehbayê bi cih bûne, hêzên rejîma Sûriyê dorpêçek xeniqî ferz kiriye û nahêle kesek bi azadî ber bi herêmên Sûriyê ve biçe. Her wiha nahêle xwarin û madeyên din bi awayekî baş derbasî herêmê bibe.

Ji aliyekî din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina gundên navçeya Şêrawayê bi tevahiya çekên giran didomîne. Di topbaranê de hejmarek ji şêniyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Bi destpêkirina sala perwedeyê ya nû re û tevî şertûmercên dijwar şêniyên gundên navçeya Şêrawayê dibistan ji zarokên xwe vekirin, lê hêzên rêjîma Sûriyê ti carî rê li pêşiya topbaranê negirt û xeterî ji şêniyan dûr nexist. Niha çêdike vekirina dibistanan li gundên Şêrawayê qedexe dike. Wek bertek şêniyan li hember dibistanan kom bûn û siyasetên rejîmê protesto kirin û girêdana xwe bi mafê zarokan ku bi zimanê dayîka xwe bixwînin tekez kirin.

Girêdayî mijarê şêniyên gundê Aqîbe ji ajansa me re axivî û binpêkirinên rejîma Sûriyê derheqê sivîlan de şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Mistefa Berekat (70 salî) tekez kir ku di nav topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser gundê Soxinekê ku di encamê de neviyê wî yê 6 mehî de seriyê xwe de birîndar bû wan dibistan ji zarokên xwe re vekir. Lê vê carê ji binpêkirinên rejîma Sûriyê nefilitîn. Rejîmê dibistan li pêşberî zarokan girt tenê ji ber ku bi zimanê dayîka xwe dixwînin. 

Berekat wiha domand: "Em ê li hember dibistanan bimînin heya ku rejîm dev ji siyasetên  xwe yên nijadperestî li hember me berde. Em tenê dibistanên bi zimanê kurdî ji zarokên xwe re dixwazin."

Jina bi navê Îman Elî ya ji gundê Soxinekê got: "Rejîma Sûriyê hewl dide vîna me bişkîne û siyaset xwe ya dijminatî ferz bike. Li ser wê em li dibistanan kom bûn da ku nehêlin rejîma Sûriyê zarokên me ji mafê xwendina bi zimanê dayîkê mehrûm bike."

Dayîka Fatme Hemo jî behsa binpêkirinên rejîma Sûriyê û dorpêça ku li wan ferz kiriye kir û got: "Sankî topbarana ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve, koçberî, bêdengiya Rejîmê li hember guhertina demogrefîk ku li Efrînê rû dide û dorpêça ku Rejîmê li me ferz kiriye  têrê nedikir, heta ku rejîm zarokên me ji mafên xwendina bi zimanê dayîkê mehrûm bike. Em ji wan re dibêjin ji mafê me ye ku em bi rûmet li axa xwe bêjîn û zarokên me bi zimanê dayîka xwe di dibistanan de bixwînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar