Rûkeniya zarokên Waşûkanî winda nebûye

Zehmetiyên di konan de dikişînin nebû sedem ku rûkeniya wan winda bibe. Her tim rûyê wan bi ken e, hêviya wan e li malên xwe vegerin. Ev dîmenên biêş û xweşik di kampa Waşûkanî de ji tevahî cîhanê re îsbat dikin ku zehmetiyên şer xweşikbûna zarokatiya wan nekuştiye.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de dest pê kir, şêniyên herêmên Girê Spî û Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Rêxistinên mafnas û mirovî bi çavekî kêm li zarokên di kampa Waşûkanî dinihêrin.

Nêzî 9 hezar koçber ji herêmên cûda ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin di kampa Waşûkanî de hatine bichkirin û praniya wan ji Serêkaniyê, gudewarên wê û navçeya Zirganê ne.

Hejmara zarokên di kampê de 3 hezar û 720 e. Tekane hêviya wan ku li bajar û gundên xwe vegerin. Tevî zehmetiyên ku di kampê de dikişînin, kêmbûna alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin lê rûkeniya zarokên Waşûkanî winda nabe. Ev çeka wan e ji bo bandora şer li ser xwe bişikînin û li hember rewşên di kampê de bisekinin.

Di kampê de zarok bi gelek lîstikan dilîzin. Her wiha di hundirê kampê de xwendina xwe jî dewam dikin û behreyên xwe jî bi pêş dixin.

Zarokê bi nave Mihemed El-Ehemed (12) ji koçberên Serêkaniyê ye wiha got: "Ez di refa 5`an de me. Ez bi hevalên xwe re dilîzim. Dema ez ji dibistanê vedigerim ez alîkariya bavê xwe dikim. Em şêraniyê çêdikin û difiroşin."

Her wiha zaroka bi navê Zekiya Sultan a ji gundê El-Hiras ê girêdayî bajarokê Til Temirê ye kêfxweşiya xwe bi vegera li dibistanê diyar kir û ev tişt anî ziman: "Rewşa me li vê derê başe. Ez di refa 2`an de me. Her sibe ez diçim dibistanê da ku fêrî nivîsandin û xwendina tîpan bibim. Dema ez mezin bibim ez dixwazim bibim mamoste û zarokan fêr bikim."

Zaroka bi nave Enadîl El-Hemadî (13) ji gundê El-Tewîla yê girêdayî Serêkaniyê ye wiha axivî: "Em di kampê de rewşên pir xweş dijîn. Ji ber em diçin dibistanê û em fêr dibin."

Zaroka bi nave Beyan El-Hemîd jî (8) bi van gotinan kêfxweşiya xwe diyar kir: "Ez û hevalên xwe bi hevre dilîzin. Em li vê derê rehet dûrî dengê tank û topan dijîn."

Tevî biçûkbûna temenê wan jî lê ew her tiştî ku derdora wan ji guhertin, rewşên siyasî dizanin û baş zanin ku kî kuştin, talankirin kiriye û kî wan diparêze. Ehmed Silêman ê ji gundê Leylên a girêdayî Serêkaniyê destnîşan kir ku ê parastina wan û mala wan kir QSD`ê bûn.

Xwesteka hemû zarokan yeke, ew jî sembola berxwedaniyê di nava koçberiyê de ye û gotin: "Xwesteka me ya tekane ku em li mal û dibistanên xwe vegerin. Ji ber tu tişt ji wan xweşiktir tune ye."

Dîmenên bi êş û xweşik di kampa Waşûkanî de ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku zehmetiyên şer nikarin xweşikbûna zarokatiyê bişkîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din