Îro bi hezaran jinan “Na ji dagirkerî û qirkirinê re bi hev re bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” qêrîn

Îro bi armanca piştgiriya berxwedana jinan û têkoşîna li dijî tundiya ku li dijî jinan tê meşandin, bi hezaran jinên li bajarên kantona Hesekê, bajarên Heleb, Minbic û Reqayê bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê û qirkirinê re bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” daketin qadan.

HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li pêşiya hola civînan a li beşa rojavayê taxê kom bûn. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Soza me em pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Serok Apo re azad bijîn”, “Şerf ne di bedenê de ye lê belê bi vîna azad em jiyanê çêdikin” û “Divê dewleta Tirk destê xwe ji xwîna zarok û jinên Sûriyê bikişîne”, hildan.

Meş li qada Cibênat a li rojhilatê taxê bi dawî bû û veguherî mitîngê. Di mitîngê de, hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger axivî û got divê jin asta têkoşîna xwe mezin bikin. Zelal diyar kir ku tundiya ku li ser jinan tê meşandin, li dijî tevahiya mirovahiyê ye.

Zelal di nav gotinên xwe de bang li jinan kir ku xwe biparêzin û lihemberî siyasetên ku jinan dikin hedef, li ber xwe bidin, her wiha destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Di dawiya meşê de, endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê şanoyek bi navnîşan Na ji tundiya li ser jinan re, pêşenda.

MINBIC

Li Minbicê jî, meşek hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya Meclisa Jinan a Sûriyê destpê kir û li ber avahiya wezaretan a li rojavayê bajêr bi dawî bû. Di meşê de alên Meclisa Jinan û Meclisa Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên “Bi berxwedana Hevrîn em ê dagirkerî û faşîzimê tune bikin”, hatin hildan.

Di dawiya meşê de, berdevka fermî ya Mala Jinan a Minbicê û gundewarê wê Asala El-Axa bi navê meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro em bejna xwe bi rêzdarî ji bo şehîdên azadiyê ditewînin. Îro bi saya fedekariya wan em gelek destkeftiyan bidest dixin.  Em her sê xwişkên Mirabal ên ku li hemberî zulmê û kolteyê serî hildan, bi bîr tînin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ji bo tunekirina tundiyê, jinan soza mezinkirina têkoşînê da.

Meş bi berzkirina dirûşmên li dijî tundiyê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Kongreya Star a Til Temirê bi koordîneya şaxê wê ya li bajarokê Xire yê li herêma çiyayê Kizwan meşek orgenîze kir. Bi sedan şênî û endamên saziyan tev li meşê bûn. Meşvanan pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkerî û qirkirinê re em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” hildan.

Meş li ber avahiya Meclisa Herêmî destpê kir û li ber navenda Kongreya Star rawestîn. Piştre endama kongreyê Gulîxan Tahir daxuyaniyek bi navê kongreyê da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: “Bi vê boneyê em bang li tevahiya jinên li cîhanê dikin ku ji bo azadiyê bibin yek û tê bikoşin. Pergalek bi reng, bi fikr jinan û rêgezên wekhevî, azadî, demokratîk û aştiyê ava bikin.”

Di dawiya çalakiyê de koma Hawar şanoyek bi navnîşan Hêvî pêşenda.

HESEKÊ 

Kongreya Star a Hesekê li çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecir çalakiyek protestoyî li dar xist.

Bi dehan endamên Kongreya Star û jinên bajêr di destên wan de alên Kongreya Star, wêneyên jinên çewisandî û jinên têkoşer û pankartên bi nivîsên “Jin jiyan e azadî”, ”Ax axa me ye em hemû Hevrîn in” li çerxerêyê kom bûn.

Di çalakiyê de endama Rêveberiya Kongreya Star a kantona Hesekê Bêrîvan Ismaîl axivî û destnîşan kir ku jinên li Rojhilata Navîn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî mîraseke kevnar in û dê rêya azadiyê bidomînin.

Bêrîvan da xuyakirin ku li herêmên dagirkirî, mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tundî li dijî jinan tê kirin û got: “Em piştgiriya wan jinan dikin.”

Di dawiya çalaliyê de koma Navenda Xabûr a Çand û Hunerê şanoyek girêdayî tundiya li dijî jinan pêşenda.

HOL

Li Holê Rêveberiya Jinan çalakiyek protestoyî li dar xist.

Çalakî li pêşiya Navenda Perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Rêveberiya Kongreya Star a Holê Fatme Ebas axivî û got: “Di dirêjahiya dîrokê de li dijî me jinan, gelek zulm û tundî hatin kirin. Lewra divê em li hemberî wê li ber xwe bidin.”

Endama Nûretiya Jinan a Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şeyma Cendîl axivî û got: “Jina kedkar û şervan ew e ku civakê ava dike, exlaq û giyana wekheviyê dide rûniştandin e.”

Şeyma diyar kir ku divê jin li hemberî tevahiya zextên ku li ser wan tên kirin, bibin yek

REQA

Li Reqayê bi heman armancê, Rêveberiya Jinan meşek li dar xist. Endamên meclisên jinan ên li Reqa û gundewarê wê, endamên rêveberiyên sivîl û leşkerî, bi sedan jinên li Reqayê tev li meşê bûn. Jinan bi rêya çalakiyê tevahiya cureyên tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

Meş ji pêşiya nexweşxaneya Watanî destpê kir û li çerxerêya Naîm bi dawî bû. Paşê endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Reqayê Sewsen El-Xelef, ji fermandarên YPJ`ê Tehanî Reqa û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Buşra El-Salih axivîn.

Axaftvanan ji bo tunekirina tevahiya cureyên tundiyê mezinkirina asta têkoşînê piştrast kir. Her wiha diyar kir ku li dijî jinan li Sûriyê gelek cureyên tundiyê ji kuştin, revandin, destavêtin û girtin hatin kirin.

Di dawiya meşê de daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo rawestandina tevahiya cureyên tundiyê pêwîste jin têkoşînê berdewam bikin û ji bo sazkirina qanûnên ku mafên wan diparêzin divê bixebitin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din