Îro li Sûdanê ji nû ve diyalog tên lidarxistin

Îro ji nû ve diyalogên di navbera Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û Tevgera Azadî û Guhartinê de ku çalakiyan bi rê ve dibe, piştî rawestandina 3 rojan li dar dikevin.

Duh Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê ragihand ku dest bi diyalgoên bi Tevgera Azadî û Guhartinê ya ku çalakiyan li welat bi rê ve dibin re piştî rawestandina 3 rojan kir.

Tevgera Azadî û Guhartinê helwesta xwe ya der barê domandina diyalogan de nû kir. Di vê derbarê de endamê şandeya diyalogê Medenî Ebas Medenî duh ji rojnameya Şerq El-Ewset re got ew dê ji nû ve bi Meclisa Leşkerî ya demkî re roja yekşemê piştî lihevkirina li ser dem û cihê diyalogê bicivin.

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî Abdulfetah Burhan berbanga pênşemê bi sedema kiryarên çalakgeran a danîna barîkatên fireh li paytexê Xertûmê, diyalog rawestandibûn.

Ji aliyekî din ve jî li gorî ku cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê yê kar û barên Afrîkayê Tibor Nagî ragihandiye, hêzên navdewletî ku li Washingitonê civiyan, dema radestkirina desthilatê ya ji sivîlan re, heta dawiya vê mehê da.  

Tibor Nagî bi nûnerên Yekitiya Afrîkayê, NY’yê û YE’yê bi beşdarbûna gelek dewletan û ji nav jî Etîyopya, Fransa, Almanya, Brîtanya û Norwecê civiya.

(fr)


Mijarên Din