Îro şanoya "Mirina Kewê" hate pêşandan

Zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê mijara şanoya îro ya Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol bû.

Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol a Çaremîn li ser dika şanoyê ya navenda Çund û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didome. Îro jî koma "Şano" ya ji bajarê Qamişlo şanoya xwe ya "Mirina Kewê" ya niviskar Ehmed Îsmaîl û derhêner Ebdulreman Elî pêşkêş kir.

Şanoya "Mirina Kewê" balê dikşîne ser têl û dîwarên ku Kurdistanê parçe kirine û  zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker li ser sînor, ji çandina mayînan û gulebaran sivîlên ku dixwazin derbasî milê din ê sînor bibin.

Navaroka şanoyê wiha ye "Hejar û xwişka wî Rewşen piştî ku dê û bavê wan jiyana xwe ji dest didin li gel dapîra xwe dimînin. Rewşen bi zilamekî re li milê din ê sînor dizewice, Hejar dixwaze biçe aliyên din ên sînor da ku xwişka xwe bibîne, lê dapîra wî red dike, bi îsrara xwe ya çûyînê dapîra wî nexweş dikeve û dimire.

Piştre Rewşen û hevjînê xwe dixwazin sînorên çêkirî derbas bikin da ku dapîr û birayê xwe bibînin, lê li milê din ê sînor hevjînê rewşen ji ber mayînên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dide û rewşen jî bi guleyên leşkerên Tirk dimire.

Piştî şano bi dawî bû beşdaran li çepikan xistin. Rexnegirina nêrînên xwe li ser şano anîn ziman.

Mîhrîcan dê sibe bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din