Robak:  Em ê têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re xurt bikin

William Robak da zanîn ku sedema serdana wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo xurtkirina têkiliyan bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re di çarçoveya pêvajoya duyemîn a tunekirina DAIŞ`ê û xizmetkirina gelê herêmê de ye.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgira wan Elîzabêt Gewriye, pêşwaziya şêwirmendê Amerîkayê yê taybet ê Koalîsyona Navneteweyî William Robak û hin rayedarên ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê kir.

Civîna her du aliyan li navenda Meclisa Rêveber Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê, ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştî civînê, William Robak ji dezgehên çapemeniyê re axivî û da zanîn ku serdana wan ji bo ku alîkarî û destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di aliyê ewlehiyê de bikin pêk hat û wiha dewam kir: “Em ê têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re, di çarçoveya pêvajoya duyemîn a hemleya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û nexasim piştî ku di aliyê erdnîgariyê de têk çû, xurt bikin.”

Robak diyar kir ku wan bi rayedarên Rêveberiya Xweser li ser çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo gelê herêmê û nexasim di aliyê ewlehiyê de, nîqaş kirine û wiha domand: “Em tiştê ku gelê herêmê û hevalbendên me yên QSD`ê ji bo tunekirina terorê dane, bi nirx dibînin.”

Der barê avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê de, Robak ev tişt got: “Me îro bi Rêveberiya Xweser re ev mijar nîqaş nekir, lê mijareke gelekî girîng e. Em bi hevalbendên xwe re û aliyên din re nîqaş dikin. Her wiha em tiştê ku herêmê ji bo parastina endamên DAIŞ`ê yên li herêmê kiriye, bi nirx dibînin. Wê rêyek hebe ji bo darizandina wan.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din