Rohanî  ji bo Yekşema bê gefa gavên nû li Ewrupayê xwar

Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî îro gefa xwe ya li dijî Ewrupayê dubare kir û destnîşan kir ku welatê wî ji bo bilindkirina asta çalakiyên xwe yên nuklerî dê roja Yekşemê gavek bavêje.

Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî îro gefa zêdekirina çêkirina xwar û diyar kir ku eger dewletên di peymana nuklerî de sozên xwe neynin cih, dê di 7’ê Tîrmehê de carek din kargeha Arak a nuklerî vebike.

Daxuyaniyên Rohanî yên îro hatin da ku zextê li hevkarên xwe yên ewropî zêde bike, ji bo ku peymana nuklerî piştî vekişîna Emerîkayê di sala borî de bi parêzin.

Îranê vê hefteyê peymana nuklerî binpê kir û asta depoyên xwe yên yoraniyom zêde kir û got ew dê roja Yekşmê wê astê bilindtir bike eger Ewropa peymanek nû jê re pêşkêş nekir.

Tehran ji dewletên Ewropayê dixwaze ku wê ji cezayên Emerîkayê bi rêya makenîzmeya bazirganiya ewropayê (LANSTEX) biparêzin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din