Roja Aştiyê ya Cîhanê û binpêkirinên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê

Di demekê de ku cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike, dewleta Tirk hemû maf û belgeyên navneteweyî yên mafên mirovan, sînorê di navbera dewletan û rêgezên aştiyê yên navneteweyî ku dewletên cîhanê li ser wê yekê li hev dikin, binpê dike. Dewleta dagirker kuştin, koçberkirin, dagirkirin, komkujî û sûcên qirêj ên şer pêk anîn û heta niha der heqê gelên Bakurê Sûriyê de pêk tîne.

Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên bêexlaqî ser Efrîn û herêmên din ên li Bakurê Sûriyê û binpêkirinên der heqê sivîlan û nirxên wan li ser xaka wan, kete asta yekemîn a lîsteya dewletên ku qanûnên mafên mirovan binpê dikin. Di gelek raporên navneteweyî û herêmî de ev binpêkirin hatin belgekirin û rûdanên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên terorîst şermezar kirin.

Bi sedan zarok, jin û mêr li ser sînor hatin kuştin

Di rapora dawîn a ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê de der barê binpêkirinên artêşa Tirk ên li ser gelê Sûriyê li ser sînor ku di 2`yê Mijara 2018`an de hate belavkirin, 414 sivîl hatin kuştin, jê 75 zarok û bi dehan jin û temenmezin bi guleyên artêşa Tirk, dema ku koçber li cihekî dûrî şer digeriyan, hatin kuştin. Kesên ku ji guleya artêşê rizgar bûne, rastî girtin, lêdan û heqaretê hatin.

Her wiha ajansa me jî binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser sînor di salên di navbera 2018 -2019 ên li Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Dêrikê belge kirin, artêşa Tirk zaroka bi navê Sara ya 6 salî di 1.11.2018 de bi guleyê li serê wê ketî, hate kuştin, her wiha 2 nûçegihanên ajansa me dema ku rewşa ser sînor dişopand, tevî sivîlekî birîndar bûn.

Welatiyên ku di zeviyên xwe de dixebitin an jî di gundên xwe re li herêmên hember sînorê Tirkiyê li Bakurê Sûriyê derbas dibin, der heqê wan de jî binpêkirin çêbûn. Ji wan bi dehan birîndar bûn û berfirehiyeke mezin ji zeviyên wan hatin şewitandin. Li gundê Til Cîhan ê sînorê Bakur rojavayê bajarê Tirbespiyê şêniyên ji pêkhateya Kurd, Suryan û xiristiyan di 2 salan de rastî 10 binpêkirinan hatin, ji bombebaran û gulereşandina ser gund û dêrên wan û bi dehan karkerên di zeviyên xwe de dixebitin, birîndar bûn.

Li gundên Batirzan ê bakurê bajarokê Çilaxa, gundê Mele Ebas, Kîl Hesnak û Til Xatûnikê bakurê Tirbespiyê û gundê Sirmisax bakurê Rimêlanê û gundên li derdorên çemê Dîcle ên bakur û rojhilatê Dêrikê, rojane şênî rastî astengî û binpêkirinên artêşa Tirkiyê tên. Gelek welatiyên ku di zeviyên xwe de dixebitîn, bi guleyên artêşa Tirk birîndar bûn.

Efrîn… 17 meh ji dagirkirinê û sûcên şer

Binpêkirinên ku li Efrîna dagirkirî rû didin, hovîtiya dewleta Tirk û binpêkirina wê ji belgeyên navneteweyî re diyar dike, bi wê yekê dibe mezintirîn bajar ku rastî binpêkirin û sûcên şer li Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê û heta roja me ya îro, hat.

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku bi desteka bi hezaran çeteyan êrîşî Erînê kir, zêdetirî 2 hezar û 765 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 5 hezar û 329 hatin girtin û birîndar bûn, ji wan 300 jin û zarok in, her wiha zêdetirî 2 hezar û 600 sivîl bê ser û ber hatin revandin û çarenûsa bi hezaran ji wan hîn ne diyar e.

Her wiha li kantona Efrînê mezintirîn koçberiya bizorê li herêmê rû da ku di navbera 350 û 400 hezar sivîl ji şêniyên resen û koçberên ku ji şer reviyabûn Efrînê, koçber bûn, da ku hîna bihêztir komkujî der heqê wan de li ser destê artêşa Tirk a dagirker û terorîstên ji çeteyên Dirî El-Firat û bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, pêk neyê.

Dagirkeriya Tirk mezintirîn guhertina demografîk li Sûriyê der heqê Efrînê de pêk anî, rêjeya Kurdan ji sedî 95 bû ji sedî 20, çeteyan malbatên ji Xûta, Dera, Idlib û Hemayê li Efrînê bi cih kirin û nasnameyên Tirkiyê radestî wan kirin, bi wê yekê nasnameya wê li gorî berjewendiyên xwe guhertin. Her wiha navên hemû bajar û gund û cihên giştî û stratejîk li kantonê ji kurdî kirin tirkî û ala Tirkiyê hildan. Ew yek binpêkirinek û sûcekî din der heqê gelên Bakurê Sûriyê de ye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi raporeke berfireh di dîroka 2`yê Tebaxa 2018`an eşkere kir, raporê dewleta Tirk bi dewleta "dagirker" bi nav kir, her wiha di rapora xwe de bi berfirehî binpêkirnên ku der heqê şêniyên Efrînê tên ji girtin, destdanîna ser mal û milkan û talankirinan diyar kir, van koman û hêzên çekdar ên Tirkiyê dest danîn ser dibistanan û perwerdeya hezaran êdî ji holê rabû.

Li aliyekî din jî Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan kiryarên artêşa Tirk û binpêkirinên wê şermezar kirin û daxwaza zexta ser Enqereyê kir, da ku dîwarê bi dirêjiya 711 km derdora bajêr û gundewarên wê rawestîne, her wiha destwerdana rawestandina kuştin û koçkirinê bike û dewlet bi navê "dagirker" bi nav kir û diyar kir ku tiştê ku dike ne li gorî qanûn û belgeyên navneteweyî ne.

Platforma Mafparêzan a Parastina Efrînê hişyariya sûcên ku dagirkeriya Tirkiyê pêk tîne kir û teqez kir ku ji sedî 90 ji binpêkirinan bi dizî pêk tê, her wiha daxwaz ji aliyên navneteweyî kir ku komîteyekê ava bikin da ku derbasî Efrînê bibe. Her wiha belgekirina talankirin û dizîna şûnwaran û aboriya şêniyên Efrînê û derbaskirina li mûzexaneyên Tirkiyê, wek binpêkirineke din e.

Teror, dagirkirin û paşê guhertina demografîk… siyaseta Tirkiyê li dijî gelên Bakurê Sûriyê ye

Dewleta Tirk bi alîkariya xwe ji komên çete li Sûriyê re, dihêle ku tevlihevî û teror li Sûriyê bidome, ew yek wek gaveke ji bo rewakirina destwerdanên xwe li herêmê yan jî bazirganiya wê li aliyên navneteweyî di xizmetkirina siyaseta xwe, piştî veguherandina herêmên Şehba û Idlibê çavkaniya teror û tevliheviyê re, dest bi destwerdan û dagirkeriyê kir, paşê jî guhertina demografîk kir da ku  bi rêya artêş û çeteyên ji bermahiyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê kontrol bike.  

Der barê herêma ewle de ku Tirkiyê ji bo Bakurê Sûriyê îdîa dike, guhertina demografîk û koçberiya bizorê û dagirkeriya ku li Cerablûs, Efrîn, Ezaz û Babê pêk anî, dixwaze wê yekê di bin gotina "herêma ewle" li Minbic, Girê Spî û Serêkaniyê dubare bike, ew yek wek şerekî nû li dijî gelên herêmê pêk bîne.

(jo)

ANHA


Mijarên Din