Roja duyemîn a Kongreya Gaziyên Şer dest pê kir

Bi dirûşma "Em parêzvanên xaka xwe ji bîr nakin" Yekemîn Kongreya Kongreya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Rimêlanê di roja duyemîn de didome.

Kongreyê duh bi beşdarbûna 143 delegeyan ji herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê dest pê kiribû.

Kongre xebatên xwe li pêş çapemeniyê girtî didomîne.  Her wiha komîteya amadekar anî ziman ku rojeva xebatên roja duyemîn, xwendina rêzikname û erêkirina wê ye. Li rexê jî hilbijartina meclis û Komîteya Disîplînê jî dê pêk werin.

(fr)

 


Mijarên Din