‘Rojbûna Rêber Apo rojeke nû ji bo me ye’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hemû jiyana xwe ji bo xizmeta gelan derbas kir û zindana Îmralî kir dibistana fikra azad, roja dawîbûna zilmê ye.

Di roja 4`ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 70`ê ye, derbarê mijarê şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê bi navê Ebdullwehab Silo wiha got: "Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz dikin, feylesofê ku bi fikr û felsefeya xwe em ji zilmê rizgar kirin."

Silo wiha got: "Ev hemû serkeftinan bi saya fikir û felsefeya Ocalan e, me dikaribû bi rêya wê DAIŞ`ê têk bibin, rojbûna Ocalan rojbûna gelê azadîxwaz e."

Her wiha şêniya bi navê Şêrîn Xidir rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Rojbûna Rêber Apo rojeke nû ji bo me ye û roja dawîbûna zilmê ye."

Paşê şêniyê bi navê Fexrî Hemîd diyar kir ku tevî ku Rêber Ocalan dîl girtiye, lê ew azad e di nav wan de ye. Hemîd ji rêxistinên mirovî xwest ku tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din