Rojbûna rêber Ocalan li Eyn Îsayê hat pîrozkirin

Endamên sazî, komîte û meclisên navçeya Eyn Îsayê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Sazî, komîte û meclisên navçeya Eyn Îsayê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan nêzî 120 dar di nava avahî û deverên giştî li navçeyê de çandin.

Hevserokê meclisa navçeyê Mustefa Mihemed bi vê boneyê wiha got: "Em bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan rêberê gelên azadîxwaz, daran diçînin."

Mustefa Mihemed di berdewama gotina xwe de wiha anî ziman: "Tişta ku rêber Ocalan û têkoşîna wî di nava salên borî de hêja ye ku mirov bi wî serfiraz be. Destkeftiyên ku gelên herêmê bi dest xistin, hemû bi saya fikrên wî bû. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya wî bin heta hemû gelên bindest werin rizgarkirin."

Roja 4`ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e. Rêber Ocalan di sala 1948`an de ji dayik bû. Kesayet û fikrên wê yên azad li hember desthilatan şoreşeke ava kir û bû çirûska ber bi azadî û demokrasiyê ve. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî fikr û felsefeya wî dimeşînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din