Rojek bi karkerekî paqijiyê re

Bi navê ‘Leşkerên ne nas’ têne bi navkirin. Heger tenê rojek pêjna wan neyê kolanên bajêr xemgîn dibin. Em behsa karkerên paqijiyê dikin ku ji bo paqijî û bedewbûna bajêr dixebitin.

Derdora 10 km rohilatê bajarê Kobanê anku li bajarokê Şêranê yê dîrokî karkerekî paqijkirinê bi navê Salih Remedan û hevjîna wî di xaniyekî biçûk de dimînin hene.

Salih ê 45 salî rojane zêdeyî 6 saetan him wekî ajokarekî û him jî karkerekî paqijiyê dixebite. Salih ji saetên berbanga sibehê ve dest bi paqijkirina kolanên bajarê Kobanê dike.

Hejmara karkerên paqijiyê li kantona Kobanê nêzî 60 karkerî ne û li gel alavên mezin ên paqijkirinê di rakirina sergoyê de dixebitin.

Karkerên paqijiyê yên şaredariyê saet 05:00‘an de li qadekê nêzî avahiya Şaredariya Gel kom dibin. Alavên xwe radikin û di nava kolanên bajêr de dest bi rêwîtiya wê rojê dikin.

Salih wesayîteke mezin dajo û li paş jî karkerên din siwar dibin. Karker derdora 40 hawiyan vala dikin. Salih li ber stranên Baqî Xido carekê li pêşiya xwe dinêre û carekê bi rêya eynikê li paş xwe dinêre.

Ew tovikên ku her bajarek li ser avadibin in. Paqijî di dirêjahiya dîrokê de wek serenava pêşketin û şaristaniyê tê naskirin.

Ew komek ciwan in ku ji berbanga sibehê ve radibin, lepikan dixin destên xwe û bê westan li gel vegotina stranan dest bi malaştina kolanên bajarê Kobanê dikin.

Her çendî sermaya zivistanê û germahiya havînê karê wan dijwatir dike jî lê dîsa kolanên bajêr paqij dikin.

Salih Remedan ji sê salan ve di vî karî de dixebite û dibêje ku ew ji karê xwe hez dike. Remedan tevî hevalên xwe ji kiryarên hindek şêniyan ên ku çopê dûrî cihên wê yên diyar davêjin aciz in.

Salih dibêje xwediyên dikanan keda wan berçav nagirin û kartonên ku davêjin kolanan, kom bikin.

Karkerên paqijiyê piştî ku kolanan dimalêşin, sergoyê kom dikin wê ber bi gundê Til Hacib ê rojhilatê Kobanê derdixînin û dişewitînin.

Salih dibêje ku di dawiya her rojekê de tevî hevalên xwe ew bi rehetiyek mezin hîs dikin, ji ber ku paqijkirina bajarekî bi deh hezaran şênî lê dimînin tiştek ne hêsan e. Lê dema ew tişt girêdayî bajêr be Salih dibêje ew westana xwe ji bîr dikin û dema bajêr paqij dibinin bi serbilind dibin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din