Rojeva çapemeniya erebî

Geşedanên li Sûriyê û tirsa çekdarên opozîsyonê ku Tirkiye wan bixapîne, her wiha mijara darizandina çeteyên biyanî, rewşên li Lîbya, Sûdan û têkiliyên DYA û Îranê jî di rojeva çapemeniya erebî ya îro de bûn.

El-Heyat: Di êrîşa opozîsyonê de li gundewarên Hemayê 5 sivîl hatin kuştin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Di êrîşa komên çekdar a li dijî bajarokekî li bakurê rojavayê Sûriyê de 5 sivîl, ji wan 4 zarok, hatin kuştin, li wir di navbera çekdaran û hêzên rejîmê de pevçûnên dijwar rû didin."

Ajansa SANA ya Sûriyê jî ragihand ku "Terorîstan bi moşekan êrîşî bajarê Siqilebiyê kir ku di destê rejîmê de ye, di encamê de 4 zarok û jinek hatin kuştin."

El-Şerq El-Ewsat: Enqereyê Şam tawanbar kir ku êrîşî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê kiriye

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat nivîsî: "Saziyên ragihandinê yên Tirkiyê duh yekşemê rejîma Sûriyê tawanbar kir ku bi topên hewanê êrîşî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li rojavayê Hemayê kiriye. Her wiha diyar kirin ku ev êrîş ya duyemîn bû, piştî ku hefteya borî dîsa êrîş kiribû û di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûbûn.

Çavkaniyên Tirkiyê diyar kir ku hêzên rejîmê bi topên hewanê êrîşî xala çavdêriyê ya Tirkiyê ya li nêzî gundê Şêrmexar a li çiyayê Şehşibo li gundewarên rojavayê Hemayê kiriye, çavkaniyan behsa ziyanan nekir."

El-Ereb: Çekdarên li Idlibê ditirsin ku Tirkiye wan bixapîne

Rojnameya El-Ereb nivîsî: "Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê tevgera xwe ya leşkerî li başûrê Idlibê dewam dike, komên cîhadî yên li herêmê jî di nava tirsê de ne, ji ber ku helwesta Tirkiyê li herêmê pir lawaz e.

Komên çekdar hewl didin pêşketinên artêşê asteng bikin, lê di heman demê de ditirsin ku ew pêşberî senaryoyeke mîna ya Xûtaya Rojhilat bimînin, wê çaxê komên çekdar ji aliyê hevalbendên xwe yên mîna Qeter û Tiriyê ve hatin xapandin.”

El-Heyat: Awayê darizandina çeteyên biyanî li Sûriyê tê gotûbêjkirin

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku ew ji bo peydakirina awayekî zagonî bo darizandina cîhadiyên biyanî di nava rêxistina DAIŞ`ê de li herêmên kurdî li Sûriyê, lêkolînê dikin.

Le Drian roja yekşemê ji rojnameya Le Parisien re got "Em derfetên peydakirina awayekî zagonî lêkolîn dikin". Her wiha got: "Em li gorî hin mînakên din hewl didin awayekî peyda bikin, wekî mînaka Kosovê û parzemîna Afrîkayê." Le Drian der barê mijarê de tu agahiyên din nedan.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb li ser vekişandina Hûsiyan ji berava li El-Hudeyda nivîsand û wiha got: "Ne zelaliyek û suprîzek li ser ragihandina Hûsiyan ji vekişandina çekdarên xwe ji berava El-Hudeyda û Selîf û Reîs Îsa li rojava Yemenê çêbûye. Di wextekê de ku pirsên der barê vê gavê de ku dê rêya aştiya li Yemenê pêk bîne û rewşa aloz a şêniyên bajarê El-Hudeyda baş bibe."

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh li qada xwepêşandêran li pêşiya navenda fermandariya artêşê li paytexta Sûdanê gumana êrîşeke nû rû da, xwepêşandêran kolana El-Nîl a ku diçe Qesra serokatiyê girt, li hember ku hêzê pira El-Nîl El-Ezreq li pêşiya zanîngeha Xertûm da ku sûdanî derbasî meydana xwepêşandanê û derketina wê nebin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnemeya El-Ereb li ser serdana Xelîfe Hefter li Parîsê axivî û wiha nivîsand: "Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter roja çarşemê serdana Parîsê dike. Ev yek jî di wextekê de ku Fransa pêşniyara rawestandina şerê li Tereblûsê kir, pêk hat. Serokatiya Fransayê duh teqez kir ku Xelîfe Hefter dê serdana Parîsê bike û serokê Fransayê Macron bibîne, li bendê ne ku geşedanên ewlehî û leşkerî lêkolîn bikin, di wextekê de ku çalakiyên li derdora Terablûsê rû didin. Ev yek jî astengiya pêşketina artêşê li hemû aliyan û eniyên şer dike ku serweriya xwe di rojên pêş de berfireh bike."

DYA-Îran

Der barê nakokiyên têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) - Îranê de rojnameya El-Heyat wiha got: "Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî zextên ku DYA dike mîna şerê berê di dîroka şoreşa wan de bi nav kir. Lê fermandarê Atêşa Muhafizên Şoreşê dibîne ku belavbûna leşkerî ya Amerîkayê li Kendavê ew ê firsendekê ji welatê wan re peyda bike û gefên rûxandinê komkeştiya DYA’yê xwar.”

Kendav

Têkildarî rewşa Kendavê rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavdêrên Kendavî got dibe Îranê yekemîn nîşaneyên şerê herêmî dest pê kirin ku êrîşî keştiyên DYA`ê yên li nêzî berava El-Fecîrê bike, her wiha diyar kir ku bi wê yekê hewl da bersiva zextên DYA’yê bide."

Brîtanya

Têkildarî rewşa Brîtanyayê rojnemaya El-Heyat wiha got: "Graham Brady serokê partiyeke di Parlamentoya Brîtanyayê de ragihand ku serokwezîra Brîtanyayê Theresa May dê di rojên pêş de planên xwe yên dûrxistina ji kar ragihîne."

(kn-jo)


Mijarên Din