NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Rojeva çapemeniya erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê pêketina hêzên rejîma Sûriyê li herêmên şer, aloziya li Sûdanê, pirsgirêka di navbera Îran û Brîtanyayê de û geşedanên li Lîbya û Cezayîrê de nivîsîn.

Şerq El-Ewsat: Rejîmê bi alîkariya Rûsyayê 2 bajarokên bakurê Hemayê kontrol kirin

Der barê geşedanên li herêmên şer ên Sûriyê de rojnameyê nivîsand: "Hêzên rejîmê bi alîkariya balafirên Rûsyayê li nêzî parêzgeha Idlibêya bakur û rojavayê Sûriyê bi pêş ve çûn, piştî ku li bakurê Hemayê 2 bajarok vegerandin.

Parêzgeha Idlibê ku nêzê 3 milyon û nîv welatî lê dijîn, rojane rastî êrîşên esmanî û bombebaranên balafirên Sûriye û Rûsyayê tê, di nav de nexweşxane, dibistan û bazar jî têne bombebarankirin. Her wiha li gundewarên Hemayê jî şerên giran diqewimin. Li gorî çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê "piştî şerên dijwar ku ji meha Hezîranê ve rû didin, hêzên rejîmê bajarokên Tilmilih û Cibîn ên Hemayê xistin bin kontrola xwe."

El-Beyan: Hêzên guherînê; komkujiya El-Ebyed ji hêla Îxwanan ve hatiye kirin

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameyê wiha nivîsand: "Di nav wan de 4 şagirtên dibistanan, 5 xwepêşandêr li Sûdanê bi guleyan hatin kuştin, hinek jî birîndar bûn li gorî agahiyên komîteya bijîşkan a navendî. Sûdanî îro li benda hevdîtinên avakirina hikumeta demkî ne, lê hêzên tevgera azadî û veguherînê, rêxistina Îxwanan tawanbar kir ku dixwaze hewldanên siyasî têk bibe û rewşê aloz bike û ji bo wê jî komkujiyan pêk tîne.

Yek ji serokên hevbendiya ‘Nidaa El-Sûdan’, Mihemed Seyd Ehmed diyar kir ku rejîma berê ya têkçûyî van kiryaran dike û alîgirên wê sivîlan dikujin. Seyd Ehmed da zanîn ku komkujiya Alebyedê dê diyalogê ranewestîne û civîna sibe dê di dema xwe de bê lidarxistin.”

El-Ereb: Hamasê Xeza xistiya bin kontrola xwe

Rojnameyê der barê geşedanên li Filistînê de nivîsî: "Hamas ji bo meclisên şaredariyan rêveberiyên nû destnîşan dike, li gorî çavdêran Hamas dixwaze desthilata xwe ya ewlekariyê li bajêr bi hêz bike, bêyî ku encamên neyînî yên vê kiryarê bide ber çavan.

Mijara destnîşankirina rêveberiyên nû ji bo şaredariyan nerazîbûn li ba xelkê çêkir, bi taybet ku endamên nû bi rêya pergala bi navê “Kombenda Hilbijartinan” ve hatine destnîşankirin.

Siyasetmedarên filistînî dibêjin Hamasê bi vê kiryarê diyar kir ku ew dixwaze desthilata xwe ya ewlehiyê jî li bajêr bi hêz bike, bêyî ku guh bide encamên vê yekê û dibe bibe sedema kûrbûna aloziya hundirîn.

Şerq El-Awsat: Londonê hişyarî da, keştiyê berdin da ku hûn ji tariyê derkevin

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Mominic Raab duh hişyariyek da Îranê û got eger dixwaze ji tariyê derkeve, divê li gorî zagonên navdewletî tev bigere û keştiya ku ala Brîtanyayê li ser e, berde. Bi vê hişyariyê rê li pêşiya pêşniyara Îranê girt, Îranê pêşniyar kiribû ku keştiya Brîtanyayê bi ya Îranê ku ji hêla Brîtanyayê ve li Cebel Tariq hatibû girtin, veguhêze. Li tengava Hurmiz ku girîngtirîn rêya deryayî ya veguhastina petrolê ye li cîhanê, alozî giran dibe, Brîtanyayê dest danî ser keştiyeke Îranê li nêzî Cebel Tariq, piştî 2 hefteyan Îranê jî li tengava Hurmiz dest danî ser keştiya ku ala Brîtanyayê li ser bû.

Lîbya

Rojnameya El-Bayan nivîsî: "Artêşa neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku wan droneke Tirkiyê ya ji aliyê milîsên terorîst ên li derdora Terablusê ve hatibû firandin, anî xwar. Ew drone ya heştemîn bû ku tê xistin, piştî ku artêşê li dijî milîsan meha Nîsanê dest bi şer kir. Berdevkê artêşa neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku wan rêyên piştgiriyê yên sereke di navbera Misrata û Terablusê de birîne, her wiha da zanîn ku wan ji bo parastina sivîlan hin yekîneyên artêşê ji derdora Terablusê kişandine. El-Mismarî got plana artêşê ya derbasbûna Terablusê dewam dike.

Cezayîr

Der barê geşedanên li Cezayîrê de rojnameya El-Ereb nivîsand: "Gelek hêzan ji bo beşdarî insiyatîfa diyaloga siyasî bibin, bertek nîşan dan, ev tişt dê komîteya serokê parlemana berê tengav bike, bi taybet ku endamên komîteyê bi xwe ne li hev in û ji aliyê desthilatdariyê ve jî nayê bawerkirin.

Ji nava kesên ku nepejirandin tev li însiyatîfa siyasî bibin, têkoşer û kesayeta dîrokî û endama berê ya parlemanê Zehra Zerîf Beytat. Însiyatîfa siyasî hewl dide li welêt rêya diyalogê veke, aloziyê derbas bike û di demeke nêzîk de hilbijartinên serokatiyê pêk bîne.”


Mijarên Din