Rojeva çapemeniya erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li bakurê rojavayê Sûriyê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê, her wiha rewşa li Lîbya û Tûnisê de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Hêzên rejîmê ketin bakurê Hemayê û nêzî xaleke Tirkiyê bûn

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Hêzên rejîmê bi alîkariya Rûsyayê hin deverên nû yên bakurê rojavayê welêt xistin bin destê xwe, hêzên rejîmê duh şervanên opozîsyonê û xaleke leşkerî ya Tirkiyê jî dorpêç kirin û çend bajarokên di destpêka şer de winda kiribûn, vegerandin.

 Tişta ku mabû di destê opozîsyonê de ew herêmên bakur rojavayê Sûriyê bûn, di nava 8 salên şer de opozîsyonê derbeyên giran xwarin.

Piştî ku serokê Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê piraniya axa Sûriyê vegerand, niha berê xwe daye Idlibê, pêşketina artêşa Sûriyê li Idlibê dê hêzên Tirkiyê bixe bin agirê artêşa Sûriyê û hêviyên Tirkiyê ku bixwaze koçber ber bi sînorê wê ve neçin, tune bibin.”

El-Ereb: Piştî ku hêzên wî hatin dorpêçkirin, Erdogan hawara xwe digihîne Pûtîn

Der barê heman mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Artêşa Sûriyê li gundewarên bakurê Hemayê bi pêş ve çû, Mork jî di nav de, çend bajarok girtin ku xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê jî li wir e. Lewma serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re bi telefonê axivî da ku leşkerên xwe yên dorpêçkirî biparêze û rûyê xwe spî bike.

Serokatiya Tirkiyê ragihand ku Erdogan dê 27`ê Tebaxê biçe Moskovê. Xuya ye ku Erdogan ji bo hîn zêdetir windahiyan need, dê hin pêşniyaran bide Rûsyayê.

Tirkiye di wê baweriyê de bû ku hebûna xalên wê yên çavdêriyê dê nehêle ku tu hêz li wir tev bigerin, lê berovajî wê çêbû, Moskovê biryara xwe da ku komên cîhadî li wir tune bike.

Tirkiye êdî hest dike ku armancên Şamê û Moskovê ji nexişandina sînorên herêmê bêçek mezintir e û ew dixwazin tevahî Idlibê û derdora wê bixin bin kontrola xwe.

Daxuyaniyên serokê Tirkiyê ji bo hempîşeyê wî yê Rûsî, vê tirsa Tirkiyê eşkere dike, Erdogan gotiye ku êrîşên artêşa Sûriyê li balir rojavayê welêt dê kirîzeke mirovî ya mezin çêbike, her wiha dê ewlehiya netewî ya Tirkiyê jî têxe metirdiyê.

Erdogan dê hewl bide di civîna 16`ê êlûnê, beriya wê jî serda wî ya Moskovê, ku hin windahiyên leşkerî û siyasî vegerîne, lê çavdêr dibêjin ku Rûsya û Îran dê derfetê nedin Tirkiyê.”

Şerq El-Awsat: Li gundên çiyayê Qendîlê yê bakurê Iraqê rewşa atmosfera tirsê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Tirs, tenê mirov wiha dikare behsa rewşa welatiyên nêzî 20 gundên Kurd ên bînarê çiyayên Qendîlê bike ku dikeve sêgoşeya sînorên Iraq, Tirjiyê û Îranê de, bike. Sedema tirsa ku ketiye dilê xelkê de jî êrîşên asmanî yên Tiriyê ne, ku ji payiza sala derbasbûyî be ranewstiya ne, her wiha bombebaran artêşa Îranê.

Êrîşên roja duşema derbasbûyî bûn dedemê birîndarbûna 4 gundiyê gundê Bolê yên ku li zeviyên xwe kar dikirin, ji xwe beşek zebiyên wan jî şewitîn, ku di nav de darên gûz, hejîr, sêv û tirî hebûn, her wiha welatiyên 7 gundên nêzîk jî ji ber êrîşan koçber bûn.

Ehmed Enwer yê 45 salî, ku mala wî hilweşiyaye, dibêje ku balefirên Tirkiyê ji asmanê herêmê qut nabin, bê serûber li gundê me dixin, tola xwe ji me vedidin, hişk û ter dişewitînin, lewma gelek welatyan ji bir bar kir, Enwer her wiha dibêje "em cotyarî ne, debara jiyana xwe li ser karên li van zeviyan dikin, tu têkiliya me bi partiyan û siyasetê re tune ye, va hûn dibînin ku tu çekdar li gundê me tune ne, lê tevî wê jî balefirên Tikiyê malên me û zeviyên me bombebaran dike.”

El-Ereb: Gelo dê şerê Terablusê bikeve pêvajoyeke nû?

Rojnameyê nivîsî: "Amadekariyên leşkerî yên milîsên nêzî hikûmeta Wifaq`ê û gefên û fermandêran wan didin, nîşan dide ku dê li dijî hêzên general Hefter êrîşeke mezin pêk bê û şerê rizgarkirina Trablusê nêzîk bûye.

Berdevkê hêzên hikûmeta Wifaqê Mistefa El-Macmayî di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên leşkerî amdekeriyên mezin dike, dê hêzên Hefter ji herêmê bêne derxistin û vegerînin cihên wan ên berê.”

El-Beyan: Li Tûnisê namzetek hate binçavkirin, ji bo 2 televîzyonên Îxwanan qedexeya şopandina hilbijartinan

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Desteya bilind ya vegihîna dîtbarî û duhdarî li Tûnisê duh ji bo sê saziyên ragihandinê ku du ji wan du TV`yên nêzî Ixawanan e, biryara qedexeya şopandina hilbijaratinan da.

Dadgeha Tûnisê jî biryara qedexeya derketina derveyî welêt li dijî Aqurewî, ku namzetê serokatiyê ye da, Aqurewî bi hênceta şûştina pereyan hate binçavkirin.”

El-Ereb: Her ku êrîşek li dijî Kurdan pêk tê, Tirkiye rojnamevanan digire

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Enistutuya navdewletî ya rojnamevaniyê, ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku 9 rojnamevanên ku girtine berde. Hefteya derbasbûyî hêzên dewletê li dijî rojnemevanên ku çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên Kurdan, dişopandin êrîşek pêk anî û 7 rojnamevan girtin. Tu nîşan tune ye ku dê kiryarên çwisandina rojnamevanan li Tirkiyê rawestin.”


Mijarên Din